Xizmeta paqijiyê ya Şaredariya Qendîlê bê navber dewam dike

Şaredariya Qendîlê, hefteyê çar rojan sergoyê li hemû gundên herêmê dide hev û radike.

Şaredariya Qendîlê, hefteyê çar rojan sergoyê li hemû gund û bajarokên herêmê dide hev û radike.

Şaredariya Qendîlê, ku 62 gundên li Qendîlê û herêma derdorê paqij dike, tevî êrîşên balafirên şer ên Tirk jî, hefteyê çar an jî pênc rojan bê navbera karê paqijiyê dike.

Yek ji kedkarên paqijiyê yê şaredariyê Ahmed Mûhammed, zêdeyî 8 sal in li şaredariyê dixebite. Mûhammed dibêje, "Em diçin 62 gundan û hewl didin xizmeta paqijiyê bikin. Em gundan û derdora wê paqij dikin." Mûhammed destnîşan dike, ku ew bi rengekî bê navber dixebitin. Mûhammed anî ziman, ku li gel êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker jî, ew karê xwe nasekinînin û destnîşan kir, ku ew ê Qendîlê û xwezaya wê biparêzin.

Rûken a li gundê Enze yê Qendîlê dijî, ji karê paqijiyê yê şaredariyê gelekî razî ye. Rûken anî ziman, karker ji bo paqijiyê gelekî hewl didin û got, "Weke gel divê em xwedî li keda wan derkevin. Divê her kes pêşiya mala xwe bimale û bi vî rengî bibe alîkar."