Wan bi destê dewletê tê hejarkirin

Weke hemû Tirkiyê li Wanê jî her roj rêjeya bêkariyê zêde dibe. Li Wanê her ji du ciwanan yek jê bêkar e û ji bo ku bixebitin bi hezaran ciwan ji Wanê diçine bajarên Tirkan.

Li Wanê ku piştî erdhejê dewletê rastî li cihêkariya dewletê hat, ji ber sedema tehsîla deynên bacê û bi hezca avahiyên TOKI’yê ji ber sedema kargehên ku wê werin girtin bêkarî wê zêdetir bibe. Ji ber sedema ku deriyê sînor girtî ye, bi destpêkirina şer re piştî ku terora dewletê zêde bûye cotkarî û ajalkarî jî hatiye ber nemanê, rêjeya hejarî û birçîbûnê û her wiha bêkariyê gihaşte asteke dramatîk.

Li Tirkiyê ku ketiye krîzeke siyasî berevajî hejmarên ku dewlet diwerimîne krîza aborî zêde dibe. Li Tirkiyê ya bi rêveberiya AKP’ê ku bi pêşengiya Erdogan dimeşe, li derve û hundir bi motîvasyona şerê bi dijminatiya Kurdan hemû sazî û derfetên xwe seferber kirine di salekê de 619 hezar bêkarên dî zêde bûn. Hejmara fermî ya bêkaran bû  3 milyon û 642 hezar. Hejmara bêkaran a bi pênaseya berfireh bû 6 milyon û 525 hezar. Rêjeya rastî ya bêkariyê 19,5 e. Bêkariya jinan hate aste herî bilind a van 7 salên dawî bû 25 ji 100’î.

LI WANÊ 50 JI 100’Î YE

Di nav wan bajaran de yek ji bajarê  ku herî pir ji krîzê karîger bûye Wan e. Li Wanê rêjeya bêkariyê bûye 500 ji 100’î. Weke ku li ser Wanê ambargo hebe. Hemû deriyên sînor hatine girtin. Ji bo ku cotkarî û ajalkarî were qedandin zozan û gund hatin valakirin û qedexekirin.

DI ERDHEJA DUYÊ DE AKP

Di du erdhejên mezin ên  2011’an de, yên li Wanê û navçeya wê Erdîşê bi sedan kes miribû û bi hezaran welatî birîndar bûbûn. Di van du erdhejan de bi hezaran kargeh û mal hilweşiyabûn. Piştî ku erdehejê derbek li mal û kargehê welatiyan xist hikûmeta AKP’ê jî derbek li wan xist. Bi navê TOKI’yê bi deh hezaran mirovan deyndarî dewletê û benqeyan kirin. Îro li Wanê bi hezarn wealtî deyndarî benqeyan in û hecz anîne ser wan. Dewleta Tirk van kirinan rewayî gelê Wanê dibîne lê 1999’an hemû bacên esnafan ên Koceeliyê jêbiribûn û welatî bê pere li TOKI’yê bi cih kiribûn.

GELÊ WANÊ ŞEPIRZE YE

Bi hezaran esnafên ku ji ber sedema erdhehê nikarîbûn deynên xwe bidin dirabeyê xwe anîn xwarê, hikûmeta AKP’ê tenê deynê bacê taloq kiribû niha van deynan dixwaze. Gelê Wanê ku ev 5 sal in deynê bacê ketiye ser hev, niha difikirin bê ka wê deynê xwe çawa bidin. Bi taybetî yên ku malê wan xira bûbûn û li TOKI’yê bi cih bûbûn ji ber ku nikarin deynên xwe yên salane bidin benqe hez anî ser wan. Li Wanê ku bêkarî ev çend zêde ye û hilberîn tine gel di rewşeke pir xirab a hejariyê de ye. Hikûmeta AKP’ê jî her sal bi navê navenda dilkêşiyê veberhênanê li Wanê dike ku ev tenê bi gotinê tê kirin.

JI BO KAR BERÊ XWE DIDIN BAJARÊN TIRKAN

Li Wanê hejmara nifûsa ciwanan pir zêde ye û her wiha ew bajar e ku hejmara qehwexaneyan lê herî pir e. Li Wanê ku rêjeya bêkariyê pir zêde ye ciwan bihar û havînan ji bo xebatê diçine bajarên Tirkan û di înşeatan de dixebitin. Di vê sektorê de di qezayên kar û xebatê de ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest didin. Her sal bi dehan ciwanên Wanê di vê sektorê de bi qezayê dimirin. Welatiyên ku li Wanê nikarin kar bibînin carinan bi mehan, bi salan ji malê dûr dimînin. Ji ber ku zivistan û payizî sektora înşeatê disekine bi mehan bêkar dimînin. Li Wanê yên ku derfeta kar dibînin jî bi mehmiza herî kêm dixebitin.

RÊJEYA WÊ DI SER YA GIŞTÎ YA TIRKIYÊ RE YE

Serokê Odeya Muhasebeyiyên Serbest û Muşawirên Darayî (SMMO)yê Wanê Ibrahîm Şahîn got li Wanê rêjeya bêkariyê di ser rêjeya giştî ya Tirkiyê re ye. Şahîn got nîşeya herî beloq a bêkariya li Wanê qehwexane û hêwanên lîstikê ne û got, ‘’Aboriya Wanê li ser cotkarî û ajalkariyê ye, ji ber ku cotkarî û ajalkarî hatiye ber nemanê aboriya Wanê jî hatiye ber nemanê. Li Wanê hilberandin nemaye. Em li her deverê dikarin vê bibînin. Bi taybetî piştî ku bacên ji ber erdhejê hatibûn taloqkirin êdî êne standin li Wanê bi hezaran esnas dirabeyên xwe tînin xwarê û ev jî dibe sedem ku bi hezaran mirov bêkar bimînin. Her wiha welatiyên ku li TOKI’yê hatin bicihkirin ji ber ku nikarin deynên TOKI’yê bidin hecz hatiye ser wan. Li devereke wiha ku bêkarî ev qasi zêde ye û hilberîn nîn e mirov wê pereyan ji kû bînin. Aboriya Wanê mirî ye.’’