UNÎCEF: Nexweşiya sorikan dîsa hat

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) li ser zêdebûna nexweşiya sorikan alarm da.

UNÎCEF'ê diyar kir li gorî 2017'an sala 2018'an li tevahiya cîhanê, li 98 welatan nexweşiya sorikan zêde bûne. Saziya NY'yê got nexweşî her çendî bi potansiyela kuştinê be jî, têkoşîna li dijî vê nexweşiya ku dikare pêşî lê were girtin, tê astengkirin.

Midûra Giştî ya UNÎCEF'ê Henrîetta Fore got, ''Ev banga hişyarbûnê ye. Li ber destê me li dijî gelek nexweşiyên têgerok, gelek derziyên pêbawer, karîger û bi lêçûneke erzan hene. Vê derziyê, van 20 salan dawî her sal nêzî milyonek mirov ji mirinê xilas kir.''

Îsal nexweşiya sorikan herî pir li Ukrayna, Filîpîn û Brezîlyayê xuya kir. 2018'an li Ukraynayê 35 hezar û 120 kes bi vê nexweşiyê ketin. Dema ku mirov vê bide ber ya sala 2017'an, nêzî 30 hezarî zêdetir bûye. Li gorî hikûmeta Ukraynayê du mehên pêşî yên 2019'an 24 hezar û 42 kes bi nexweşiya sorikan ketine.

Li Brezîlayê par bi kêmanî 10 hezar û 262 kes bi nexweşiya sorikan ketin. Li gorî UNÎCEF'ê li Franayê 2017'an 519 kes bi nexweşiyê ketibûn û 2018'an 2 hezar û 788 kes bi sorikan ketine.