SYPG'e Cejna Ekîto pîroz kir

Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) bi wesîleya Cejna Ekîto ya gelên Asûrî-Suryanî Keldanî ku 1'ê Nîsanê pîroz dike, peyamek weşand.

SYPG'ê got, "Cejna Ekîto ku cejna vejînê ya gelên Asûrî-Suryanî û Keldanî ye, pîroz be. Gelê me ku dîroka wan di nava komkujî, sirgûn û polîtîkayên asîmîlasyonê de derbas bû, ji bo jiyaneke azad, wekhev û însanî her tim bi hêvî bû. Ji ber vê yekê, bihara her sala nû, 1'ê Nîsanê cejna Ekîto di nava her şert û mercî de bi biryardarî pîroz kir."

SYPG'ê diyar kir ku Şoreşa Bakurê Sûriyeyê ku şoreşeke gelên Suryanî, Keldanî Asûrî, gel û mezhebên cuda ye, ji her demê bêhtir divê vê demê bê parastin û xurtkirin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di şerê Til Temir ê Kantona Cizîrê de bi dehan şehîd hatin dayin û gundên ku 6 ji wan ên gelê Suryanî ye, ji zilma paşverûtiya DAÎŞ a faşîst hatin rizgarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Asûrî, Suryanî hate kirin ku hê bi xurtî xwedî li berxwedana Efrînê û şoreşa Bakurê Sûriyeyê derkevin û cejna vejînê, cejna Ekîto hate pîrozkirin.