Suryanî li dijî desteserkirina milkên xwe dikevin nava tevgerê

Sazî û rêxistinên Suryaniyan ên li Swêdê, ji bo mal û milkên wan ên ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve hatine desteserkirin li wan bên vegerandin, komîteyekê ava dikin û wê bikevin nava hewldanan.

Yekîtiya Dêrên Suryanî ya Skandînavyayê ragihand, ku ew nikarin li pêşberî talankirin û desteserkirina mal û milkên xwe bêdeng bimînin û heta ku malên wan radestî wan bên kirin, wê têbikoşin. Parlamenterê Partiya Lîberal Robert Hannah jî bi pêşnûme pirseke nivîskî, mijar ji bo cara sêyemîn xist rojeva Parlamenta Swêdê.

Serokê Yekîtiya Dêrên Suryanî ya Skandînavyayê Aydin Zette Chelma diyar kir, piştî ku Walîtiya Mêrdînê biryar da mal û milkên Suryaniyan desteser bike, Suryaniyên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Awûstralya û welatên Ewropayê dijîn li sefaretên bilind hevdîitn kirin û xwestin ku biryara navborî bê betalkirin.

'GELO EM Ê BIBIN KIRÊKARÊ MALÊ XWE?'

Chelma got, "Beriya niha bi çend rojan Walîtiya Mêrdînê ji Suryaniyên li Mîdyatê re gotiye 'em van malan bi kirê bidin we'. Tu yê malê kê li kê kirê bike? Ewilî dest danîn ser malên me, piştre jî dibêjin 'em bi kirê bidin we'. Ez baş dizanim ku li vî welatî hiqûq û edalet nîne, lê belê ewqasî jî nabe. Şerm e."

Chelma ku di heman demê de serokê Yekîtiya Dêrên Suryanî ya Swêdê ye, diyar kir ku ew dixwazin pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareserkirin û ji bo vê jî hewldanên wan didomin. Chelma da zanîn, eger AKP gavê navêje ew ê mijarê bibe ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û wiha dewam kir: "Kêr êdî gihîştiye hestî û em dibêjin êdî bes e. Em ê êdî bêdeng nemînin û bi hemû hêza xwe bikevin nava liv û tevgerê. AKP û Erdogan ji me dixwaze ku em Qirkirina Seyfo ji bîr bikin. Naxwaze ku em vê mijarê bixin rojeva raya giştî ya cîhanê. Ji ber ku em bi ya wî nakin, bi desteserkirina malên me re dixwaze me ceza bike. Lê em ê bêdeng nemînin. Em qir kirin. Pêwîste vê yekê qebûl bikin û birînên vekirine bipêçin. Bi înkarê nikarin tiştekî bi dest bixin. Herî dawî, bi desteserkirina malên me re dibêjin, 'ji vê axê bi temamî biçin, em naxwazin hûn li vir bin'. Nirxên manewî yên keşîşxane û gorên hatine desteserkirin hene. Ev cihên me yên îbadetê ne, canê me ne, namûsa me ne. Em ê nehêlin ku dest bidin wan."

EM DIXWAZIN LI WIR BIJÎN Û LI WIR BIMIRIN

Chelma bibîr xist, ku li derdora MÎdyatê bi qasî 2 hezar û 100 Suryanî ku piraniya wan extiyar in hene û diyar kir, ji ber zext û zordariyê ew neçar mane axa xwe biterikînin, lê belê dixwazin li wir bijîn û li wir bimirin.

Chelma got, "Em newêrin li axa xwe vegerin" û wiha dewam kir: "Eger malên me yên desteser kirine li me venegerînin, em ê li her devera cîhanê kampanyayên boykotkirina Tirkiyeyê organîze bikin. Em ê meş û xwepêşandanên girseyî lidar bixin."

HEMÛ NÛNER LI HEV CIVIYAN

Di dawiya hefteya bihurî de, nûnerên dêrên Suryanî yên li welatên cuda yên cîhanê, li Swîsreyê li hev civiyan. Di civînê de Patrîkê Suryanî jî amade bû û biryar hate dayin ku ji bo radestkirina mal û milkên Tirkiyeyê desteser kiriye, bi roleke çalak rabin û bikevin nava hewldanan. 

Chelma diyar kir, hemû federasyon, rêxistin, komele û dêrên Asûrî-Suryanî yên li Swêdê bi hev re tevdigerin û got, "Em êdî Suryaniyên berê nînin. Em hişyar bûn. Haya me ji mafên me heye. Em ê bi ti awayî desteserkirina malên xwe qebûl nekin. Ya hatiye kirin şerm e. Divê Tirkiye mal û milkên me radestî me bike."

CARA SÊYEMÎN KETE ROJEVA PARLAMENTA SWÊDÊ

Piştî Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Yilmaz Kerîmo û Parlamenterê Partiya Demokrat a Xiristiyan Robert Halef, li ser mijara desteserkirina malên Suryaniyan Parlamenterê Partiya Lîberal Robert Hannah pêşnûme pirseke nivîskî pêşkêşî Parlamenta Swêdê kir.

Hannah bal kişand ser hewldanên Tirkkirina Asûrî Suryaniyên ji qirkirinê rizgar bûne û diyar kir, ku tevî 100 sal di ser re derbas bûye jî bilêvkirina rastiyan hê qedexe ye û ji ber zextên rêk û pêk ên dewleta Tirk, dêr hê vala ne.

Hannah destnîşan kir, ku dewleta Tirk bi desteserkirina mal û milkên Asûrî-Suryaniyan re gava dawî ya qirkirinê avêtiye û nerazîbûn nîşanî bêdengiya cîhana derve û hikumeta Swêdê da. Hannah ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom pirsî, ku li ser qirkirinê û desteserkirina mal û milkên Suryaniyên li Mêrdînê, gelo difikire ku dewleta Tirk şermezar bike.

Tê payin, Wallstrom di dawiya vê mehê de bersivê bide her sê pêşnûme pirsan.