Sûka Kobanê û apê Nebo

Kobanê çawa ku bi berxwedana xwe bû sembol, di nava xwe de jî gelek sembol hene, çi cih, çi jî kes. Li sûka Kobanê semboleke balkêş heye. Ew jî Apê Neboyê Şêhesen e.

Kobanê çawa ku bi berxwedana xwe bû sembol, di nava xwe de jî gelek sembol hene, çi cih, çi jî kes. Li sûka Kobanê semboleke balkêş heye. Ew jî Apê Neboyê Şêhesen e. Dema ku mirov bikeve sûka Kobanê û apê Nebo nebîne û şekirê polat li cem wî nexwe, ev tê wê wateyê ku mirov neçûye sûka Kobanê.

Em jî çûn sûka Kobanê û cem apê Nebo. Dema me silav da apê Nebo destê xwe avêt şekirê polatî û da me.

Apê Nebo bi temenê xwe yê 85 salî ku ev bû 60 sal in dikana xwe heye, hin jî çand û pîvanên xwe ye kevin neguhertiye. Ji xwe mirovekî rûken û henekzane. Gelek pêkenokên xwe hene li ser karê xwe. Carekê yek tê gel wî û dibêje 'apê Nebo diranên mehran gel te hene?' Yekser bersiva apê Nebo wiha ye: "Diranê mehrên çend salî dixwazî?" Carekê jî yek dibêje 'apê Nebo ew li gel te heye?' Dîsa bersiva xwe wiha ye: "Çend kîloyan dixwazî?" Ev mînakan tê wateya ku her tişt li dikana apê Nebo tê dîtin. Dema me li dikana apê Nebo nihêrî helbet em şêst salî paş de vegeriyan. Hemû tiştê xwe kevin e, wek methefekê ye(muzexane). 

Me ji apê Nebo pirsî, 'çi li dikana te heye? Bersiva wî dîsa di dev de bû: "Ji derziyê heta hêstir li cem min hene."

Neboyê Şêhesen behsa kurê xwe yê Şehîd kir ku di berxwedana Şêx Meqsûd de şehîd bûye: "Her çavên min li wêneyên wî diketin ez digiriyam. Lê vê dawiyê êdî min xwe qanih kir ez jî wekî vî xelkê ku her malekê yek û didu şehîd hene. Ne ew bûna em niha ne li vir bûna û min nikaribû dikana xwe jî vekira."

Apê Nebo dibêje, bi vî temenî xwe ne ku ji bo peran dixebitin, lê pê sebir û wexta xwe derbas dike.

Careke din em bibêjin, dema tu sûka Kobanê re derbas bûyî û apê Nebo ziyaret nekî tê wateya ku te sûk nedîtiye.