Ranta ku ev 67 sal in jê tê xwarin: Bendava Morgedîkê

Bendava Morgedîkê ya li Wanê, ku beriya niha bi 67 salan bingeha wê hate danîn û heta roja îro 150 mîlyon lîre lê çûye, ji bo AKP'ê bûye çavkaniyek ku jê tê xwarin.

Bendava Morgedîkê ya li ser Çemê Delîçayê, ku bi 135 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Wanê ye û bi 36 kîlometreyan ji navçeya Erdîşê wêde ye, li ser kaxizê tê gotin, ku ji bo avdana erdê 17 gund û 5 gundikan tê çêkirin.

Tê îdîakirin ku bendava li herêma navbera navçeyên Bêgirî, Erdîş û Ebexê yên Wanê û Giyadîn û Bazîd ên Agiriyê, jib o avdanê tê çêkirin. Karê destpêkê yê fîzîbîlîte yê Bendava Morgedîkê, di sala 1950 de, bi hevkariya TSK û Midûriyeta Giştî ya DSÎ ve hate destpêkirin. Tevî ku tê îdîakirin bendav ji bo avdanê tê çêkirin jî, ji ber ku artêşa Tirk (TSK) pêşengiyê ji çêkirina bendavê re dike, xuya dike ku bendav ji bo pêkanînên qirkirinê tê çêkirin. Bi taybetî cihê ku bendav lê tê çêkirin; Bêgirî, Erdîş, Ebex, Giyadîn û Bazîd, armanca bingehîn a bendavê radixe pêş çavan. Gelê herêmê dibêje, bi rêya vê bendavê tê xwestin, têkiliya navbera navçeyan bê birîn û herêm ji mirovan bê xalîkirin.

BÛ ÇAVKANIYEKE JÊXWARINÊ YA HER HIKUMETÊ

Ji sala 1950 û vir ve 150 mîlyon lîre li çêkirina bendavê çû. Ev 67 sal in her hikumeta dibe desthilatdar, bendavê ji xwe re weke çavkaniyeke jexwarinê dît. Bendava Morgedîkê, tevî armancên xwe yên leşkerî, veguherî çavkaniya jêxwarinê (rant). Di heman demê de dibe sedema talankirina xwezayê. Piştî ku bendavê av girt, wê bi dehan gund, gundik, zozan û gelî di nava avê de bimînin. Piştî ku zozan û çêrgehên li herêmê di nava avê de man, wê karê aboriyê yê gel, xwedîkirina heywanan û çandinî bigihêje asta qedandinê. Ev yek jî wê rê li ber koçeke mezin veke.

MASIYÊN GOLA WANÊ WÊ TINE BIBIN

Qedandina bendavê wê bibe sedem ku cureyê masî yê tenê li Gola Wanê heye, tine bike. Çemê Delîçayê yek ji cihên sereke ye ku ev cureyê masî lê zêde dibe. Her sal, ev masî koçî vî çemî dike û bi vê armancê jî li herêmê festîval tê lidarxistin. Temambûna bendavê wê bibe sedem ku ev cureyê masî biqede.

ÇAVKANIYA JÊXWARINÊ YA AKP'Ê

Tevî ku 3 karmendên DSÎ teqawît bûne jî bendav neqediya ye. Ji bo înşaeta bendavê herî dawî di sala 1996'an de îhale ji nû ve hate kirin. Lê belê xebatên di vî warî de dest pê nekirin. Herî dawî bendav bi 4,6 mîlyon TL'yî ji fîrmaya NVS a li Edeneyê re hate firotin. Bendava ku radestî NVS hate kirin, diviyabû di sala 2002'an de bihata qedandin, lê hat ragihandin ku wê di sala 2014'an de biqede. Bendav heta niha nehatiye qedandin. Hikumeta AKP'ê ku piştî sala 2002'an bû desthilatdar, dest bi xwarina ji vê yekê kir. AKP ku 15 sal in li ser desthilatdariyê ye, beriya her hilbijartinê ev bendav weke qertekê bi kar anî. Bendava ku diviyabû piştî her hilbijartinê biqediya, radestî fîrmayên nû hate kirin û jê hate xwarin. Tê gotin, herî zêde Huseyîn Çelîk ê ku bi salan li Wanê parlamenteriya AKP'ê û wextekê wezîrtî kir, her wiha Alîkarê Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Fatîh Çîftçî, herî zêde ji Bendava Morgedîkê xwarine.

GEL NAXWAZE

Gundiyên li herêmê ji çêkirina vê bendavê nerazî ne. Gundî dibêjin, ew naxwazin li herêma wan bendav were çêkirin û wiha dewma dikin: "Em li vê herêmê tiştekî ji dewletê naxwazin. Herêma me ji xwe ji aliyê avê ve dewlemend e. Em li dijî çêkirina bendaveke bi vî rengî ne. Dewlet dixwaze me ji ser axa me bibe. Armanca çêkirina bendavê li cihekî bi vî rengî, ev e. Ev herêm bi xwezaya xwe herêmeke bêhempa ye. Bi bendavê re wê geliyên me, zozanên me, gund û axa me di nava avê de bimînin. Armanca dewletê xizmet nîne, armanca xwe koçberkirin e."