Qeyûm pêşî li xizmeta tenduristiyê digire

Piştî ku Navenda Tenduristiyê ya Mûharrem Taş a ji aliyê Şaredariya Payîzavayê ya DBP'yî hatibû vekirin ji aliyê qeyûm ve hate girtin, li navçeyê saziyeke ku xizmeta tenduristiyê bide gel nema.

Li navçeya Payîzava ya Wanê, ji ber ku nexweşxane nîne, welatî nikarin ji xizmeta tenduristiyê sûdê werbigirin. Her sal gelek welatî, ji ber ku nayên tedawîkirin jiyana xwe ji dest didin. Yekane navenda tenduristiyê ya li navçeyê jî ji aliyê qeyûmê AKP'ê ve hate girtin. Ji ber vê yekê, welatî neçar dimînin ji bo tedawiyê biçin navenda Wanê.

Ji ber ku erdnîgarî berfireh û çiyayî ye, di mehên zivistanê de beşeke mezin a rêyên li herêmê tên girtin. Ji ber şert û mercên giran ên xwezayê û kêmaniya xizmetê, welatî bi zor û zehmetî tên dermankirin. Bi taybetî gundî di nava mehên zivistanê de ji xizmetên tenduristiyê bêpar tên hiştin. Navçeya Payîzavayê, ku nifûsa xwe 40 hezar e û ji aliyê erdnîgarî ve navçeya herî mezin a herêmê ye, nebûna nexweşxaneyekê dibe sedema nerazîbûnan. AKP ku xizmeta tenduristiyê nade navçeya Payîzavayê, navendên heyî yên tenduristiyê jî digire û bi vî rengî zerarê dide tenduristiya welatiyan.

XIZMETA ŞAREDARIYA PAYÎZAVAYÊ YA DBP'YÎ

Payîzava, tevî ku sala 1935'an bû navçe, heta roja îro nikare xizmeta tenduristiyê bigire. Rewşa navçeyê, piştî ku sala 2014'an şaredariya wê kete destê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) guherî. Şaredariya DBP'yî di serî de tenduristî ji gelek aliyan ve dest bi xizmetê kir û Navenda Tenduristiyê ya Mûharrem Taş vekir. Navê Mûharrem Taş ê li navenda tenduristiyê hate kirin, ji wê bûyera trajîk tê, ku zarokê bi navê Mûharrem Taş ji ber nebûna xizmeta tenduristiyê jiyana xwe ji dest da û bavê wî ew xiste kîsekî û bi kîlometreyan meşiya bû. Şaredariya DBP'yî ya Payîzavayê ji bo careke din bûyerên mîna yên Mûharrem Taş rû nede, Navenda Tenduristiyê vekir û navê Mûharrem Taş lê kir.

QEYÛM NAVENDA TENDURISTIYÊ GIRT

Xebatkarên Navenda Tenduristiyê ya Mûharrem Taş, hefteyê hev rojan û 24 saetan li kolan û gundan digeriyan û bi taybetî kontrola tenduristiyê ya jin û zarokan dikirin. Di vî warî de xizmeteke mezin dan. Her ku pêwîstiya gelê herêmê bi xizmeta tenduristiyê hebû, Navenda Tenduristiyê ya Mûharrem Taş bi hawara wan ve diçû. Vê xizmeta Navenda Tenduristiyê bala qeymeqamê navçeyê jî kişandibû. Qeymeqamê Tirk ê Payîzavayê, çawa ku weke qeyûm li şaredariyê hate bicihkirin, weke karê destpêkê rabû Navenda Tenduristiyê ya Mûharrem Taş girt. Qeyûm qîma xwe bi girtina Navenda Tenduristiyê jî neanî û xebatkarên li navenda tenduristiyê bi biryarnameyên AKP'ê ji kar avêt. Vê yekê jî têra qeyûm nekir û rabû li Navenda Mûharrem Taş qursa Quranê vekir.

ORENÇ: EV NE YA QEBÛLKIRINÊ YE

Hevserokê Şaxê Wanê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Sezer Orenç anî ziman, ku li herêmên bi têrkerî xizmeta tenduristiyê nîne û ji ber şert û mercên giran ên xwezayî xizmetên tenduristiyê nikarin bên peydakirin, tiştekî xwezayî ye ku rêveberiyên herêmî pêşengiyê ji xizmeta tenduristiyê re bikin. Orenç diyar kir, bi destê qeyûm hemû destketiyên bi keda gel û hewldana hilbijartiyan hatine afirandin, bêyî hinceteke rewa tên tinekirin û ev yek ne ya qebûlkirinê ye.

NEXWEŞXANEYA HERÎ NÊZÎK, LI NAVENDA WANÊ YE

Orenç ragihand, nexweşxaneya herî nêzî Payîzavayê li navenda Wanê ye û bibîr xist, ku ji ber nebûna navenda tenduristiyê û nexweşxaneyê, şaredarî neçar bû ku navenda tenduristiyê veke.

Orenç di dewama axaftina xwe de got, "Ji ber ku nexweşxaneya herî nêzîk li navenda Wanê ye, xwegihandina xizmeta tenduristiyê di mehên zivistanê de nepêkan dike. Girtina navendeke tenduristiyê û derxistina ji kar a xebatkarên wê bi ti awayî nikare bê îzahkirin. Ji ber ku mafê tenduristiyê mafekî mirovan û jiyanî ye, ev yek dikare weke binpêkirina mafên mirovan bê dîtin. Navendên tenduristiyê yên bi vî rengî bi xizmeta xwe ya bê pere, wekhev û bi zimanê dayikê, valahiya di rêxistinbûyîna çewt a tenduristiyê de tijî dikin. Lewma girtina van navendan divê ji aliyê kesî ve neyê qebûlkirin."

Orenç di dawiya axaftina xwe de xwest, dawî li vê pêkanînê were, astengiyên li pêşiya xizmeta tenduristiyê yê rakirin û kedkarên tenduristiyê yên şaredariyê yên ji kar hatine derxistin, ji nû ve tevlî kar bên kirin.