Pîşeyê li ber tunebûnê: Spîkirina firaxan

Hosteyê firaxspîkirinê Adem Agiç li bazara şewitî ya navçeya Sûra Amedê pîşeyê xwe didomîne û diyar kir ku ji ber teknolojiyê îroj pîşeya firaxspîkirinê li ber tinebûnê ye.

Firaxspî yek ji wan pîşeyan e ku berê gelekî dihat kirin. Hemû firax sifir bûn, ji ber ku hostayên firaxspî li nava gundan, navçeyan, bajaran, li nava kolanan, li nava malan digeriyan û firaxên sifir spî dikirin. Jinên ku dibihîstin firaxspî hatiye kolanan, kar û barê xwe li şûna xwe dihişt, radihiştin firaxên xwe yên sifir û berê xwe didan cihê deng jê dihat. Pîşeyê firaxspî ku berê gelekî hebû, ji ber teknolojiyê  îroj li ber tinebûnê ye. Li şûna firaxê sifir êdî firaxên ji pola, teflon, cam, seramîk li mutbexan e.

‘LI AMEDÊ TENÊ DU HOSTE MANE’

Adem Agiç (65) ku 50 sal in karê firaxspî dike, dibêje di salên berê de li navçeya Sûra Amedê zêdetirî 250 firaxspî hebûn û niha tenê em du kes mane. Agiç qala roja ewilî ya pîşeyê xwe kir û wiha axivî: “Ez 15 salî bûm. Di warê aborî de pirsgirêkên me rû dan û di 14 saliya xwe de ez çûm ber destê hostayekî firaxspî. Heta demekê ez li vê derê bi hosteyê xwe re xebitîm. Ev pîşe zehmet e, ked û hewes jê re divê. Lewma piştî 50 salan dikarim ji xwe re bêjim bûme hosta.”

‘JI BER TEKNOLOJIYÊ PÎŞEYA FIRAXSPÎ TINEDIBE’

Agiç da zanîn ku berê 10 kes li cem wî dixebitin û dîsan bi kar re nedigihiştin. Agiç bilêv kir ku ji ber teknolojiyê di roja îro de pîşeya firaxspî li ber tinebûnê ve diçe û ev tişt got: “Li şûna firaxê sifir êdî firaxên ji pola, teflon, cam, seramîk li mutbexan e û piştî ev dikevin mutbexan jî pîşeya me winda dibe. Di demen berê de em saetêkê jî vala nediman niha jî heftiyê carek kesek tê û firaxek tîne. Ez jî bêriya pîşeya xwe dikim û dixwazim vê pîşeyê bidim jiyîn.”

‘SALÊ CAREKÊ FIRAXÊN SIFIR DIVÊ BÊN SPÎKIRIN’

Agiç dibêje, elementa sifir jehrê bi bedena mirovan dixe û lewma divê salê herî kêm carekê firaxên sifir bên spî kirin. Agiç anî ziman ku di destpêkê de firaxa sifir li ser ocaxê disincirîne û piştre bi pembo û xîza şil wê difirkîne. Piştî ku firax spî dibe, bi çakûşekî ji qurmê darê, cihên xwar bûne sererast dike û pişt re firaxê bi xweliyê difirkîne û piştre bi avê paqij dike. Bi vî rengî firax spî dibe.”