Nexweşiya sorikê li dinyayê zêde bûye

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da û ragihand, nexweşiyên sorikê yên li gelemperiya dinyayê sala 2018'an bi rêjeya 50 ji sedî zêde bûne.

Midûra departmana derzîkirin û berhemên biyolojîk a WHO'yê Katherîne O'Brîen got, "Dema ku me dît nexweşiya sorikê bi rêjeya 50 ji sedî zêde bûye, me fêhm kir ku em ber bi aliyê şaş ve diçin."

Li gorî daneyên WHO'yê, sala 2018'an li gelemperiya dinyayê 229 hezar nexweşên sorikê rû dan. Sala 2017'an ev hejmar 170 hezar bû.

O'Brîen got, "Daneyên me nîşan didin ku nexweşiyên sorikê zêde bûne. Em vê yekê li hemû herêman tespît dikin. Şewbeke demdirêj û berfireh rû daye."

Berpirsyara tenduristiyê ya bernameya derzîkirinê ya berfireh a WHO'yê Katrîna Kretsînger got, "Par li hemû herêman zêde bû" û bi taybetî şewba li Madagaskar û Çadê mînak nîşan da.

Kretsînger got, "Li herêma Ewropayê bi qasî 83 hezar nexweşên sorikê sala 2018'an hate tespîtkirin. 53 hezar ji van nexweşan li Ûkraynayê hate dîtin."