Neteweyên Yekbûyî li dijî jana zirav zend û bend badan

Sala 2016'an 1,7 milyon mirov li gelemperiya cîhanê ji ber jana zirav jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî ji bo dawî li mirina mirovan a ji ber jana zirav bê anîn li hev kir.

Li gorî peymana ku welatên Neteweyên Yekbûyî li ser li hev kirin, wê hewl bê dayin ku heta sala 2030'î nexweşiya jana zirav (tuberkuloz) bê qedandin.

Tê payin ku ev peyman roja 26'ê Îlonê li Civata Giştî ya salane ya Neteweyên Yekbûyî bê erêkirin. Ji bo têkoşîna li dijî nexweşiya jana zirav, pêwîste her sal herî kêm 13 milyar dolar bê hevdan.

DERFET Û DERMANÊN JI BO WELATÊN XIZAN

Peyman û lihevkirina welatên Neteweyên Yekbûyî ya li ser qedandina mirina ji ber nexweşiya jana zirav bi hêsanî pêk nehat û piştî nîqaşeke ku bi mehan dewam kir, welatan qebûl kirin. Di deklarasyonê de ku doh hate qebûlkirin, tê xwestin ku dermanên jana zirav li welatên xizan bi erzanî bên firotin.

Di hevdîtin û nîqaşên meha Tîrmehê de, Komara Afrîkaya Başûr ev daxwaz derxistibû pêş û eşkere bûbû ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xwestibû ev daxwaz heta astekê bê qebûlkirin. Tê gotin, bi saya zextên Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) û gelek saziyên din ên alîkariya însanî ev daxwaz li deklarasyonê hate bicihkirin.

LÊÇÛNA LÊKOLÎNAN WÊ BI SÊ QATAN BÊ ZÊDEKIRIN

Ji bo lêkolînên li welatên Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya têkoşîna dijî nexweşiya jana zirav de bên kirin, wê hîn bêhtir derfet bên dayin.

Lêçûna karê lêkolînkirina mijarê salane 700 milyon dolar e. Tê xwestin ku ev yek bibe 2 milyar dolar.

Bi navê MSF'ê daxuyaniyeke hate dayin û hate ragihandin, peymana ku endamên Neteweyên Yekbûyî li ser li hev kirine, girîng e.

NEXWEŞIYA AIDS'Ê JÎ LI DÛ XWE HIŞT

Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya Neteweyên Yekbûyî, nexweşiya jana zirav bûye şewbeke ku ji AIDS'ê bêhtir rê li ber mirina mirovan vedike. Tê texmînkirin ku 10,4 milyon kes sala 2016'an bi nexweşiya jana zirav ketin û 1,7 milyon ji wan mirin.