Li Zanîngeha Londonê Hefteya Piştgiriya bi Kurdistanê re

Li Zanîngeha SOAS a Londonê, Hefteya Piştgiriya bi Kurdistanê re dest pê kir.

Hefteya Piştgiriya bi Kurdistanê re ji aliyê endamên YXK û JXK ve li Zanîngeha SOAS a li paytexta Îngilîstan Londonê tê organîzekirin. Çalakiyên hefteyê wê ji 27'ê Mijdarê heta 1'ê Kanûnê dewam bikin.

Di vê çarçoveyê de wê her roj li avahiya yekîtiya xwendekaran a zanîngehê, xwarin û aksesûarên Kurdan bên firotin. Her wiha bi wesîleya salvegera 39. a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xwendekaran pîrozbahiyek li dar xistin.

Di roja dawî ya hefteyê de wê tevî xwendekarên Îranî, Fîlîstînî û Sûriyeyî yên li Zanîngeha SOAS'ê perwerdeyê dibînin, şeveke çandê ya hevpar bê organîzekirin.

Hatineya Hefteya Piştgiriyê ya bi Kurdistanê re wê ji bo mexdûrên erdheja 12'ê Mijdarê ya li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bê bikaranîn.