Li terzîxaneya gerîla..

Gerîlayê HPG’ê Şervan Mêrdîn li terzîxaneya gerîlayan e. Ji bo wî jiyana gerîla yek e, li eniyê bî an jî li yekîneyeke ku eniyê temam dike, ti cihêtî nîn e.

Gerîla her ku qada wê berfireh dibe û hebûna wê mezin dibe ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe rêbazên nû bi kar tîne. Terzîxaneya gerîla jî yek ji van e. Li vir hewl tê dayin ku malzeyên rast û hewce yên ku ji pêdiviyan re bibin bersiv, qeyîm û zû were çêkirin; di dema rast de li cihê rast ê diyar bin. Gerîlayê HPG’ê Şervan Mêrdîn jî yek ji van gerîlayan e ku li terzîxanê kedê dide. Ji 2015’an ve tevlî gerîla bûye Şervan, dibêje ew gerîla ye lê karê xwe yê prtîk jî kêm nake.

Çima li terzîxanê hatî peywirdarkirin?

Beriya ku tevlî nav refên PKK’ê bibim min ev kar dikir. Ji bo ku terzîtî karê min bû hatim terzîxanê. Ev du sal in vî karî dikim. Helbet ji karê min ê berê cuda ye lê zû hînî malzemeyên xwe yên vir bûm.

Tiştê çawa didurî?

Em li gorî hewcehiya hevalan plana xwe dikin. Ji bo ku cil zingarî nebin em qewlik çêdikin. Em li gorî daxwaza hevalan çenteyan çêdikin. Ji bot iştên ku zû xira dibin û zû dişikin em qewlikan çêdikin.

Ev ji der ve peyda nabe?

Dibe lê tiştên ku mirov hazir dikire hem pir biha ye û me jî ne baş in. Hin tiştên ku em dikirin zû diqetin. Em palisqeyên berê û yên kevbûyî tamîr dikin. Qewlikên şarjoran,bombeyan, cîhazan em çêdikin. Emrê wan dirêjtir e û li gorî lêzimiya hevalan e. Em dibînin ku em li vir kedê didin û keda me vala naçe.

Li ser karê te pêşniyar an jî rexne ji te re tên?

Belê. Dema ku kêmasî hebin heval dibêjin û em jî wiha nêz dibin. Ji kîjan hêlê ve rexne hatibin em jî li wê radiwestin da ku dubare nebin. Dema ku rexne tên ez hewl didim ku ji hevalan re bibêjim ji bo hin xebatan wextê min tine. Heval fêhm dikin. Ez li ser rexneyan disekinim. Bi piranî rexneyên êrênî tên. Carinan heval pêşniyaran dikin. Em li gor van dixebitin.

Plansaziya xwe hûn çawa dikin?

Li gorî pêdiviya hevala em plansaziya xwe dikin. Mînak hevalan çente an jî qewlikê çekan xwestibin em li gorî vê çêdikin. Carinan dema ku xebat zêde bin heval dibine alîkar. Zehmetiyên vî karî jî hene lê hezkirin, watedarkirin û ked pir mirov heq jê dertê.

Bêhna we di van xebatan de teng nabe? Li eniyên pêş hevalên we şer dikin, ev bêhna we teng nake?

Ji bo ku dizanim ji bo çi dixebitim aciz nabim. Hevalên li eniya pêş şer dikin, em jî li vir ji pêdiviyên hevalan re dibine bersiv. Ev jî di nav me de yekîtiyê çêdike. Beriya her tiştî em gerîla ne. Heval li eniyan şer dikin, em jî li vir parçeyek ji şer in, em hev temam dikin. Jiiyaneke kolektîf û hewldan heye. Karê min ji bo şoreşê ye. Ez bi baldarî nêzî karê xwe dibim ji bo ku hevrêyên min layiqî tişta herî xweşik in.

Di mijara ewlehiyê de arîşe hene, zêdebûna êrîşa hewayî zehmetiyê dide we?

Belkî bibe dubar elê em beriya her tiştî gerîla ne. Ji bo ku em li ewlehiyê baldar in arîşe dernakevin. Dijmin ji hêla psîkolojîk ve jî êrîşê tîne. Karê me ew e ku em gişan pûç bikin. Her çendî êrîşên hewayî hebin jî ji bo ku em li gorî rêgêzên xwe yên gerîla tevdigerin arîşe çênabin.