Li Swêdê hevgirtina mînak a bi Kurdistanê re

Li Swêdê li herêma Gavleborgê ya Soderhamnê, Komîteya Hevgirtina Kurdistanê bi gelê Kurd re hevgirtineke mînak nîşan dide.

Li Swêdê li herêma Gavleborgê ya Soderhamnê, Komîteya Hevgirtina Kurdistanê bi gelê Kurd re hevgirtineke mînak nîşan dide.

Komîte ji hêlekê ve geşedanên li Tirkiyê û Kurdistanê bi raya giştî ya Swêdê re par ve dike û li hêla dî jî endamên xwe dişîne Bakurê Kurdistanê, ji bo Kurdênn ku dewleta Tirk malên wan xira kiriye û ji şûnwarên ew kirine, bi rêxistinên civaka sivîl a Kurdistanê re rûdine. Sûcên mirovahiyê yên ku rejîma AKP’ê û dewleta Tirk kirî nîşanî raya giştî ya Swêdê dike.

Di encama kêferata komîteyê de beriya bi salan Şaredariya Soderhamnê Şaredariya Nisêbîn Şaredariya destbira qebûl kir. Di navbera du şaredariyan de ji bo pêkhatina hişmendiya kolektîf, rêveberiya xwecih a tevlêkar pêk were û li dijî tundiya li ser jinê ji bo ku proje werin danîn protokol hate îmzekirin.

Li hev kirin ku ji desthilatdariyên navendî serbixwe lobiyên gel werin çêkirin û kêşeyên heyî jî bi modêla rêveberiya xwecih werin çareserkirin.

Beriya niha Şaredariya Soderhamnê di encama xebatên komîteyê de 2 ambûlans ji şaredariya Nisêbînê re şandibûn.

XWENDEKARÊN DIBISTANA SERETAYÎ SEFERBER BÛN

Komîteyê dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş bi ser Kobanê de anîn li dijî sûcên mirovahiyê yên DAIŞ’ê helwest nîşan da û ji bo ku Kobanê ji nû ve ava bibe kampanya da destpêkirin.

Ji bo ku li Kobanê dibistan werin avakirin kometeyê zarokên dibistana seratayî seferber kirin û 60 hezar kron dane hev. Pereyên ku dane hev, bi merasîmeke ku li şaredariyê hatî kirin, xwendekaran dane Fermandara YPJ’ê Nesîr Evdille. Di dema merasîmê de alaya YPJ’ê li şaredariya Soderhamnê hate hildan.

Şemî û Yekşema bihurî di kongreyê de xebata salakê ya komîteyê hate nirxandin û biryar hate standin ku di deme pêş de hevgirtina bi gelê Bakurê Kurdistanê re hevgirtin bêhtir were geşkirin.

Seroka Komîteyê Benny Gustafson û endamên komîteyê Marîanne Îsacsson, Leonîe Fors, Molhaw Alcaleatî, Ellen Gustafsson û Azad Aslan heftiya bihurî tevlî konferansa li Stockholmê bûn ku ji hêla RONAK’ê (Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistan) ve hatibû amadekirin.

ME KAMPANYAYA SIYASETMEDARÊN DESTBIRA DA DESTPÊKIRIN

Benny Gustafsson têkildarî xebatên komîteyê bersiva pirsên me da û got, niha ew hewl didin du projeyan sazkar bikin, ji bo projeyên ku dixwazin di demeke kurt de jî pêk bînin wiha got: ‘’Me kampanyayek da destpêkirin ku siyasetmedarên Soderhamnê bi siyasetmedarên HDP’ê re bibin destbira. Nisêbîn şaredariya destbira a Soderhamnê ye. Ji bo debara 5 hezar malbatên Nisêbînê ku dewleta Tirk malên wan xira kirin û ji bajarê wan kirin niha em kampanyaya alîkariyê dikin. Ez vê Mijdara bihurî çûme Nisêbînê û min li cihê cih hilweşandina dewleta Tirk dît. Piştî ku vegeriyam 5 sendîkayan ez vexwendim û ji min xwestin ku çavdêriyên xwe vebêjim. Li pirtûkxaneyê me konferansek pêk anî û tiştên bûyî min ji wan re vegot. Me biryar da ku alîkariyê bi gelê Nisêbînê re bikin.’’

KURD JI BO HEMÛ GELAN ŞER DIKIN

Gustafsson diyar kir li Tirkiyê û Kurdistanê li dijî Kurdan zilm û zordariyeke zêde heye û got, ‘’Kurd ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelan şer dikin. Pêdiviya her kesî bi xebatên wan heye ku ji bo jin tevlî rêveberiyê bibin, ji bo ekolojiyê û demokrasiyê ji jêr ve bi rêxistin bikin xebatan dikin. Ji bo vê jî xwedîderketina me ya li Kurdan pir girîng e’ û peyam da ku ew ê zêdetir li Kurda xwedî derkevin.

Heftiya bihurî Gustafsson nivîsek li ser hilweşîna Bakurê Kurdistanê, binpêkirina mafê mirovan a giran a AKP’ê teşhîr dike û zexta dewleta Tirk a li ser Eutelsatê ku dixwaze televizyonên Kurd bigire nivîsî û nivîs di rojnameya xwecih a Soderhamnê de weşiya.

Yek ji endamê komîteyê Leonîe Fors di heman demê de endamê Sendîya Handelsê ye ku karkarên buro, maxeza û butîkê birêxistin dike. Fors meha bihurî komkujî û binpêkirinên li Tirkiye û Kurdistanê anî rojeva sendikayê û kir kir biryar were standin ku zexta dewleta Tirk were şermezar bikin, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî were xwestin.

GIRÎING E KU TIŞTA KU TÊ KIRIN EM BI RAYA GIŞTÎ RE PAR VE BIKIN

Fors ji ANF’ê re got: ‘’Binpêkirina mafê mirovan a li Tirkiyê û Kurdistanê pir fikaran bi me re çêdike. Komkujî û binpêkirina mafê mirovan a li Sûriyê, Rojava û Îranê tim ji hêla raya gitşî ya dinyayê ve tê dîtin. Lê li vir gelê jirêzê tiştên ku li Tirkiyê û Kurdistanê dibin nabînin, nizanin ku şer didome. Ji bo vê jî divê em vê bi raya giştî re par ve bikin. Yek ji peywira sendîkayan jî hevgirtina navnetewî ye û ji bo vê jî min ev anî rojeva sendikaya Handelsê ku ez jî endam im.’’

HER KES PÊ DIZANE KU TIRKIYE DESTEKÊ DIDE DAIŞÊ

Marîanne Îsacsson got divê komîte qîma xwe tenê bi nûçeyên medyaya Swêd neyîne û ji bo tiştên ku li Kurdistanê dibin derbasî medyaya Swêdê bibin divê xebat werin kirin. Molham Alcaleatî jî got,  Tirkiye bi hinceta ku şerê DAIŞ’ê bike Sûriyê dagir dike, êrîş dibe ser Kurdan û got, ‘’Her kes pê dizane ku Tirkiye destekê dide DAIŞ’ê. Li Rojava êrîşa li ser Kurdan nayê qebûlkirin.’’

Alcaleatî got Erdogan dîktator e û hemû raye kirine destê xwe û wiha got: ‘’Erdogan hewldana darbeyê ya 15’ê Temûzê dixwaze bike hincet ku dîktatoriya xwe qeyîm bike û muxalefetê bêdeng bike. Em li benda tiştekî wiha bûn.’’