Li Rojava 1'emîn Kongreya tendirûstiyê dest pê kir

Li Kantona Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê yekemîn kongreya pisporî ya nexweşî û nojdariya dil destpê kir.

Bi tevlîbûna sedan bijîşkên dil, li Bakûr-Rojhilatê Sûriyê û bi mêvandariya bijîşk Zeyneb Binîcî ji Denîmark , Îvan Osê û Selam Hisên ji Hewlêrê û xwendekarên akademiya tenduristî ya Rojava 1’emîn Kongreya Pisporiya Nexweşî û Nojdariya Dil, destpê kir.

Dr.Ciwan Mistefa axaftina vekirina kongreyê kir û xêrhatina hemû bijîşk û mêvanan kir. Mistefa got: "Di bin şert û mercên herî zor û zehmet de lidarxistina kongreyeke pisporî ya li Bakûr-Rojhilatê Sûriyê, wê peyamê dide ku di pêvajoya 8 salan de têkoşîneke gelek mezin kirine."

Piştî wê, têkildarî nexweşiya dil Dr. Zeyneb Bînîcî, Dr. Mihemed Elî û Dr. Ekrem Rustem Semîner dan. Di Kongreyê de wê 13 semîner ji bo sedemên nexweşiyên dil ji aliyên bijîşk û xwendekarên Akademiya Tenduristî ya Rojava werin dayîn.

Kongre bi semîner û nîqaşan didome. Tê payîn ku di dawiyê de bijîşkên semîner dane, werin xelatkirin.