Li Payîzavayê daran qir dikin

Qeyûmê Payîzavayê Osman Dogramaci, vê carê jî daran qir dike.

Osman Dogramaci yê ku salek berê bi peywira qeyyûmtiyê hate ser şaredariya Payîzavayê ya Wanê, berê saziyên jinan ên ku serdema şaredariya DBP’ê de hatibû vekirin dewrî weqfa keça Erdogan Sumeyye Erdogan kir, Stargeha Jinan û Nexweşxaneya Mûharrem Taş girt û piştre jî tabelayên bi Kurdî daxist.

Gelê Payîzavayê sibehê dema ji xew rabûn dîtin ku li navenda bajêr hemû dar hatine rakirin.

Hevseroka Navçeyê ya HDP’ê Handan Karakoyûn diyar kir ku wê avahiyên nû yên beton werin avakirin û ji ber vê jî dar hatine birrîn û got, “Gotin ku wê li sûkê dikanên nû çêbikin. Wê avahiyên beton werin çêkirin, ji ber vê jî daran dibirin. Di hevdîtina me ya bi wan re de gotibûn em ê dest nedin daran. Lê dîsa jî daran ji binî ve radikin. Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî vê polîtîkayê bihistyar bin.”