Li Parîsê pitika di trênê de çê bû, ew ê 25 salan belaş bigire

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye pitikek di trênê de ji dayîk bû. Ev pitik heta 25 saliya xwe ew ê belaş karibe bi wesayîtên giştî (RATP) yên di nav Parîsê de bigere.

RATP’ê li ser twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku pitik di gara Aûberê de ji dayîk bûye. Ji ber jidayîkbûna pitikê xeta di navbera CDG/Etoîle û Natîonê bi qasî 45 deqîqeyan hate girtin.

Komên tendirustiyê, polîs û xebatên RATP’ê alî zayînê kirin. Hate diyarkirin ku tendirustiya pitikê baş e.

Di daxuyaniyê de hate gotin kui, “RATP dayîka pitikê pîroz dike û diyar dike ku heta 25 salan ew ê pitik karibe li ser xeta RATP’ê belaş bigere.”