Li Nisêbinê agir bi zeviyê çandiniyê yê 30 malbatan ket

Li Nisêbînê zeviyên welatiyên hejar, ji ber sedemeke nediyar agir pê ket û şewîtî. Welatiyên ku çavkaniyek din a debara wan nîn e li benda alîkariyê ne.

Li taxa Girmelî ya bi ser navçeya Nisêbîn a Mêrdînê agir bi 250 donim zeviyên genim ket û zevî şewitî.

Li Nisêbînê roja Sêşemê derdora seat 14:00'an de agir bi zeviyên genim ên Taxa Girmeliyê ya navçeyê ket û sedema şewatê nehatiye zanîn. Ji ber ba di demeke kurt de şewat mezin bû, piştî midaxeleya îtfaye û welatiyan, şewat hat kontrolkirin.

Hat hînbûn ku agir bi zeviyên genim ên ji 30’î zêdetir şêniyên taxê ketiye yên ku erdê wan ê ajotinê tune. Keda salekê ya malbatan hemû şewitî. Malbatan bi bêçaretî temaşeyî zeviyên xwe yên şewitî kirin.

Gel ji bo 250 donim zeviyên genim ên şewitî, li benda alîkariyê ne.