Li Napolî çalakiya li ser Kurdistanê

Li bajarê Napolî yê Îtalyayê, bi mijara Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin. Nûnerên saziyên civakî yên li bajêr tevlî çalakiyê bûn û hem rewşa siyasî hate nirxandin, hem jî çanda Kurda hate nasandin.

Şaredarê berê yê Santomenayê Massîmîlîano Vozza, seroka saziya civakî ya 'Un Ponte Per' a Roma Martîna Pîgnîattî, Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, nûnerên Navenda Çandê ya Araratê û Koma Govendê ya Araratê beşdarî çalakiyê bûn.

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, der barê rewşa li Tirkiye, Rojhilata Navîn, bi taybetî Rojavayê Kurdistanê agahî da beşdaran. Massîmîlîano jî qala çavdêriyên xwe yên di dema serdaneke xwe ya Tirkiyeyê de kir. Piştî axaftina nûnerên saziyên beşdar, Koma Govendê ya Araratê derkete ser dikê û berhema xwe nîşan da.