Li Ewropayê li ser 25 milyona zarokan gefa vederkirina sosyal heye

Li gorî rapora Erostat, Ofîsa Îstatîstîkê ya Yekîtiyê Ewopayê, li Ewropayê li ser ji her çar zarokan yekê jê gefa vederkirina sosyal heye.

Rapora têkildarî zarokan a Eurostatê ev rewş di van 5  salên dawî de herî pir li Yewnanîstanê û Italyayê pir xirab dibe. Rapor nîşan dide ku ji zarokên ku li Ewropayê dijîn, ji her çar zarokan yek jê, bi vegotineke zelaltin sedî 26.9 nifûsa ku temenê wan di navbera 0-17’ê de ne, bi vederkirina sosyal re hevrû ne.

Ev hijmar xwe dispêrê hatina abroî ya malbatan ku zarok tê de dijîn û şertên jiyanê. Ev jî bi taybetî rewşa hejariyê vedibêje.

Li gorî Eurostatê 25 zarok li malbatên hejar dijîn. Rapor her wiha nîşan dide ku ev zarok di heman demê de di hejariya giran a maddî de jî dijîn. Rapora Eurostatê nîşan dide ji ber tengezariya ku malbat dijîn her ku diçe girantir dibe. Hê berbiçavtir tê fêhmkirin ku malbatên navborî di dema xwe de nikarin kirêya xwe û fatoreyên xwe bidin û di rewşeke wiha de ku pêşbiniya we nekirin, heq ji mezaxtinê dernakevin. Ev her wiha wan malbatan destnîşan dike ku têra xwe nikarin mala xwe germ bikin, serê du rojan nikarin goşt, masî û bi heman nirxî proteînê bimezêxin û ne xwedî mekîneya cilşoyê, televizyon an jî telefonê ne.

Li welatekî weke Romanya hejar, hema bibêje nîvê zarokan (Sedî 46,8) di nav hejariyê de dijîn, li Bulgarîstanê jî sedî 43,7’ê zarokan di vê rewşê de ne. Li bakurê Ewropayê jî ev vederkirina sosyal ji her deh zarokan bandorê li yekê dike. Di tabloya têkildarî vederkerina sosyal de Swêd sedî 14, Fînlandiya sedî 14.9 û Danîmarka sedî 15.7 e.

Di raporê de tê diyarkirin ku zaroktî herî pir li Yewnanîstan, Italya û Spanyayê pir dijwar bûye. Li Yewnanîstan sedî 37.8’ê zarokan di nav kategoriya hejariyê de ne, li Spanyayê sedî 34.4 û li Italyayê sedî 33.5 e. Li van welatan her li ser her ji her sê zarokan yekê jê gefa vederkirinê heye.

Li Fransa û Elmanya jî li ser ji her 5 zarokan yekê jî talokeya vederkirinê heye.

Li gorî raporê asta perwerdehiyê ya malbatê xweyî ristekî girîng e. Asta perwerdehiyê ya malbatan dema ku zêde dibe rîska vederkirina sosyal a zarokan û hejariyê kêm dibe. Ev rewş ji bo hemû welatên Ewropa jî derbas dibe.