Li Derya Spî rêjeya mirinê zêde dibe

Li Îtalyayê hikûmeta nû piştî ku dest bi kar kir tedbirên dijwar girt û polîtikayên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî koçberan bû sedem ku rêjeya mirina koçberan a li Derya Spî di salên dawî de zêde bibe.  

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Koçberan ya Netewên Yekbûyî (UNHCR) ji sala 2015’an ve hejmara koçberan a bi ser Derya Spî re ji bo Ewropa kêm bûye û rêjeya kesên jiyana xwe ji dest dane berevajî vî tiştî zêde bûne.

HER KU HEJMARA KOÇBERAN KÊM DIBE MIRIN ZÊDE DIBIN

Li gorî vê  1 mîlyon û 15 hezar koçber di sala 2015’an de  ji Derya Spî û Ege yê derbasî welatên Yekîtiya Ewropa (YE) bûn û di sala 2016’an de nêzî 363 hezar kêmtir bû. Ev hejmar di sala 2017’an de bû 172 hezar û îsal derdora 55 hezaran e.

 Lê berevajî vê rêjeya kêmbûnê, rêjeya mirinê ya li Derya Spî û Derya Ege jî di nav de zêde bûn. Di sala 2015’an nêzî mîlyonek koçberên ku  Derya Spî û Ege derbas kirin ji wana sedî 0,4 xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan. Ev rêje di sala 2016’an de 1.4 bilind bû û di sala 2017’an de bû 1.8.

 RÊJEYA MIRINÊ SALA 2018’AN REKOR ŞKAND Rêjeya mirina koçberan a bi ser Derya Spî re derbasî welatên YE bûyîn zêde bûn. 55 hezar koçber gihiştin YE, herî kêm hezar û 477 kes jî xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan. Ev jî tê wateyê kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn li gorî kesên xilas bûyîn rêjeya wan sedî 2,7 e.

HELWESTA ÎTALYA Û TIRKIYEYÊ DIBE SEDEMÊ MIRINAN

Li Derya Spî sedemê zêdebûna mirinan, anîna tedbîrên dijwar ên piştî peymana bi gotubêj ya koçberan a di navbera YE û Tirkiyeyê de sala 2016’an de hatî çêkirin bi bandor bû.

Li aliyê din lihevkirina di navbera Lîbya, Îtalya û YE de jî bû sedem ku rêjeya mirinan qat bi qat zêde bibe.