Kongreya Gelan a Mezopotamyayê cejna Noelê pîroz kir

Kongreya Gelan a Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna Noelê li alema Xiristiyan û sala nû li tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi navê Kongreya Gel a Mezopotamyayê em Cejna Noelê li alema Xiristiyan û sala nû jî li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin.

Bi vê wesîleyê, em hemû mirovên ji bo mirovahiya bi rûmet li ber xwe didin silav dikin.

Li dewleta Tirk a mêtinger ku hurmetê nade nirxên mirovahiyê, hurmetê nade goristanan û mafên mirovan, li şefê wê yê Îslamî Erdogan lenetê dibarînin.

Cejn, sersal ji bo mirovahiyê rojên girîng ên ji bo dilşadî, diyalog û hurmetê ne. Asûrî, Suryanî, Keldanî, Ermenî, Rûm, Kiptî, Yahûdî, Sabî, Kurd, Êzidî, Elewî, Pers, Ereb, Tirk, Laz, Çerkes, Tirkmen, Xiristiyan, Yahûdî, Zerdeştî û Îslamî ku bi hezaran salan li Rojhilata Navîn û Asya Navîn bi hev re dijîn, di van rojan de serdana hev dikirin, sohbeta xweş dikirin û diyalog dikirin.

Kengî mêtingeriya çînî, mêtingeriya olî û polîtîkayên zilmê ketin navberê, wê wextê gel ji hev dûr ketin û qedr û qîmetê hev ji bîr kirin. Ev nêzîkatiya înkar, mêtingerî û zilmê, ji bilî êşê tiştek nedaye neteweyên Xiristiyan û gelên li Rojhilata Navîn û Asya Navîn. Eger erdnîgariya ku em lê dijîn niha veguheriya ye gola xwînê, gel neçar e di nava xwînê de bijîn, pêwendiya vê yekê bi zîhniyetên dûrî mirovbûn, exlaqî û hesta wekheviyê heye. Em hêvîdar in ku di vê Noelê û sala nû de şerê li Rojhilata Navîn, Asya Navîn û li hemû parzemînan bisekine, aştî pêk were, dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Mezopotamya/Kurdistanê biqede, pêşî li têkoşîna demokratîk vebe, Birêz Ocalan û hemû girtî azad bibin, li Sûriyeyê bi sîstemeke demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê dawî li terora barbar were anîn, gelên Asûrî, Suryanî, Keldanî û gelên din bi hev re di nava aştî, aramî, wekhevî û demokrasiyê de bijîn."