KNK: Em sersaxiyê ji malbata Mîr Tehsîn Beg re dixwazin

Konseya Rêvebir a KNK’ê diyar kir ku ji ber wefata Mîr Tehsîn Beg gelekî xemgîn in û ew sersaxiyê ji malbata wî, ji bawermendên Êzidî û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

Konseya Rêvebir a KNK’ê ji ber wefata Mîr Tehsîn Beg peyameke sersaxiyê weşand. Di peyama KNK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Mixabin îro 28.01.2019, cenabê Tehsîn Begê Mîrê Êzidîyan çû ser heqiya xwe. Di vê rewşa hestiyar de ku bawemendên Êzidî û hemî gelê Kurdistanê tê re derbas dibe, wefata Mîr Tehsîn Beg xisareke mezin e. Mîr Tehsîn Beg ji zarokatiya xwe û heta roja dawî, temamê jiyana xwe di xizmeta bawermendên Êzidî de derbas kir. Di dewra Mîr Tehsîn de jî, gelê me yê Êzidî bû hedefa gelek êrîşên dijwar. Li hember hemî êrîşan Mîr Tehsîn Beg, di nav gelê xwe de ma û xwest gelê xwe ji êrîşan biparêze. Her weha Mîr Tehsîn Beg weke mezinekî gelê Kurd jî, di siyaseta Kurdistanê de cihê xwe girt. Ji ber van xebatan, Mîr Tehsîn Beg gelek caran bû hedefa dijminan. Lê wî gav paşve neavêt û li ser ya xwe ma.

Em li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) ji ber wefata Mîr Tehsîn Beg pir xemgîn in. Em ji Mîr Tehsîn Beg re rehmeta Xwedê dixwazin û bila cihê wî cinet be. Her weha em destpêkê serxweşiyê didin malbat û kesûkarên Mîr Tehsîn Beg, bawermendên Êzidî û hemû gelê Kurdistanê.”