Keştiya 'Alan Kurdî' wê li Derya Spî penaberan rizgar bike

Rêxistina alîkariyê Sea-Eye ku navenda wê li Elmanyayê ye, navê keştiya xwe ya ku li Derya Spî penaberan rizgar dike, diguherîne û dike 'Alan Kurdî'.

Zarokê biçûk ê ji Rojavayê Kurdistanê Alan Kurdî ku li Derya Spî xeniqî û bedena wî li peravên Bodrûmê hate dîtin, bûbû sembola bi deh hezaran penaberên Îlona 2015'an berê xwe dabûn Ewropayê. Trajediya penaberan demeke dirêj bi wêneyê Alan Kurdî yê 3 salî hatibû vegotin.

Navê 'Alan Kurdî' wê li keştiya alîkariyê bê kirin ku li Derya Spî penaberan rizgar dike. Saziya alîkariyê ya bi navê Sea-Eye ku navenda wê li bajarê Regensbûrg ê Elmanyayê ye, navê keştiya xwe ya bi navê "Professor Albrecht Penck" diguherîne û wê bike "Alan Kurdî".

Rayedarê Sea-Eye Gorden Îsler li ser guhertina nav daxuyaniyek da û got, "Bi guhertina navê keştiyê re, em dixwazin balê bikişînin ser wê yekê ku cewhera meseleya pêla penaberan, mirov e. Di bingeha vê meseleyê de mirovên li Derya Spî dixeniqin û êşa giran a xizmên wan heye."

Abdullah Kurdî bavê Alan Kurdî jî diyar kir, ew kêfxweş e ku keştiya li Derya Spî mirovan rizgar dike bi navê "Alan Kurdî" kar bike. Her wiha got, "Êşa em dikişînin, bi hezaran dayik-bav, malbat dikişînin" û diyar kir ku divê navê Alan Kurdî neyê jibîrkirin.

Merasîma navlêkirinê wê li bendergeya Palma de Mallorca ya Spanyayê pêk were û bavê Alan Kurdî Abdullah Kurdî jî wê tevlî bibe. Malbata Kurdî ya ji Kobanê Îlona 2015'an bi botê berê xwe dabû girava Kos a Yewnanîstanê. Lê belê bota li ser bûn piştî demekê noqî nava avê bûbû û tevî Alan Kurdî, birayê wî Galîp, dayika wî Rehan û 9 koçberên li ser botê jiyana xwe ji dest dabûn.