BI DÎMEN

Kemal Kûrkût li Nantesê hate bibîranîn

Xwendekarê Zanîngehê Kemal Kûrkût, ku roja Newrozê li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hat kuştin, li bajarê Nantes ê li rojavayê Fransayê hate bibîranîn.

Merasîma bîranînê li Komeleya Civaka Kurd a Engîn Sîncer pêk hat û piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, dia hat kirin.

Di axaftinan de hate gotin hişmendiya komkuj di kuştina Kûrkût de jî helwesta xwe ya li dijî Kurdan û Elewiyan nîşan daye.

Xizmê Kûrkût Abûzer Dogan jî axivî û got, "Xwarziyê min mirovekî pir dilnerm bû. Eger kuştina Kemal neketa ber objektîfê wê hê jî bihata gotin ku bombeya zindî ye."

Dogan got, ji bo ku Kemalên din neyên kuştin divê her kes biçe ser sindoqan û dengên xwe bidin.

Di civînê de şoreşgerên ku di komkujiya Kizildere de hatin kuştin hatin bibîranîn û sînevîzyonek hate nîşandan.