KCK: Her çalakiyeke gelê Kurd ê berxwedêr, mîna rojiyê xêr e

KCK: Li gorî Îslamê, emelên di asta rojiyê de tên kirin xêra wan mezin e. Dewleta Tirk bi Erdogan re Îslamê bi kar tîne, rastiya gelê me înkar dike û êrîş dike. Lewma her çalakiyeke Kurdên li dijî êrîşan li ber xwe dide, rojî ye.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê li ser meha Remezanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Çawa ku muşrîkên Mekkeyî baweriya Misilmanên destpêkê red kirin û zilm li wan kirin, dewleta Tirk a qirker jî bi heman rengî êrîşî Kurdan dike. Gelê Kurd di nava êrîşeke wiha de dest bi Remezana îsal dike. Li dijî vê zilm û înkarê bi hezaran ewladên Kurd bi mehan e bi greva birçîbûnê li ber xwe didin. Hefteyek e panzeh ciwanên Kurd di rojiya mirinê de ne. Dayikên Kurd ku dengê wijdan û exlaqê ne, ku emrê olan hemûyan e, bi zarokên xwe re li ber xwe didin.

Weke ku tê zanîn, Quranê; rojîbûna mirovekî û parastina namûsa xwe ku nirxên welat û nasname jî di çarçoveya sînorên namûsê de ne, parastina wan hemûyan di nav heman ayetê de emr kiriye. Hatiye destnîşankirin, ji bo mirovên li gorî vê fermanê tevdigerin, efûyek û diyariyeke mezin hatiye amadekirin. Li gorî Îslamê, emelên di asta rojiyê de tên kirin, xêra wan mezin e. Dewleta Tirk bi Erdogan re Îslamê bi kar tîne, rastiya gelê me înkar dike û êrîş dike. Lewma her çalakiyeke Kurdên li dijî êrîşan li ber xwe dide, rojî ye. Bi qasî rojiyê xêra xwe heye. Ji ber vê pîvana Îslamî, meha Remezanê di serî de ji bo gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, ji bo Kurdên Misilman hemûyan bi berpirsyariyeke mezin dest pê kiriye."

KCK'ê li dijî êrîşa li dayikên Kurd, li dijî heqareta li gelê Kurd bang kir ku di Remezanê de têkoşîna gelê Kurd a li dijî dewleta Tirk a zalim bê mezinkirin.

KCK'ê destnîşan kir, ji bo Kurdistaniyên ku parastina irz û namûsê wezîfeya wan e, îbade bi berxwedanê dibe, lewma xêra wê jî mezintir e. KCK'ê diyar kir, "Ji ber ku ji bo Misilmanekî êrîşên înkar û tinekirinê lê têkirin, berxwedan îbadet e."

HER FITRE Û ZEKATA JI SAZIYÊN DEWLETA TIRK RE BÊN DAYIN WÊ BIBIN BOMBE Û LI GELÊ KURD VEGERE

KCK'ê da xuyakirin, fitre û zekatên ji bo saziyên dewleta Tirk bên dayin, ji bo saziyên ku pêwendiya xwe bi dewleta mêtinger re heye bê dayin, li gorî Îslamê ti xêra wê nîne û ragihand, "Ji ber ku ya hûn bidin van saziyan wê bibe fîşek, gaz, ço û bombe û li we vegere. Bi wesîleya Remezanê em bang li gelê xwe yê Misilman ê li Bakur û derveyî welat dikin ku neçin mizgeftên diyaneta Tirk. Li mizgeftên diyaneta Tirk, ji bilî înkar, derew, fitne, îftira, fesadî, banga li komkujiyan û durûtiya li dijî gelê Kurd tiştekî din nîne. Her roj heqaretê li nasnameya we ya neteweyî, hestên we yên olî, nirxên we yên wijdanî dikin û di şexsê we de ayetan înkar dike. Lewma neçin wan mizgeftan. Em di wê baweriyê de ne ku eger hûn nimêja xwe li mala xwe, li taxa xwe, li deverên munasîb bikin, ew ê hîn bi xêr be. Xêra wê mezin e ku hûn sifreya xwe ya fitarê jî bi van vî hest û fikrî ava bikin.

GELÊ BAŞÛR DIVÊ BI RUHÊ ŞÊLADIZÊ DEST BI REMEZANÊ BIKE

Em di wê baweriyê de ne ku vê Remezanê hûn ê sohbetên xwe, bang û xutbeyên xwe li ser hişmendî û hestên yekîtiya neteweyî ya demokratîk bikin. Em dixwazin careke din bi bîr bixînin; dewleta Tirk a mêtinger qirker, bi piştgiriya girîng a aborî, leşkerî û îstîxbaratî ya li Başûrê Kurdistanê werdigire, li Bakur û her çar parçeyên Kurdistanê êrîş dike. Dewleta Tirk ku dijminê Kurdan e, bi rêya hevkarên xwe ji nirxên madî, ji ked û mafê gelê me yê Başûr didize û mîna rejîma Baas êrîşî gelê me yê li Başûr û parçeyên din dike. Li dijî vê êrîşkariya mêtinger, divê welatparêzî, ol, îman, exlaq û wijdan ji me dixwazin ku em ji her demê bêhtir bi rêxistinî û xurt bisekine tevbigerin. Em di wê baweriyê de ne ku bi ruhê Şêladizê, hûn ê vê Remezanê bikin wesîleya berxwedaneke mîna ya li dijî rejîma Baas vê carê li dijî dagirkeriya TC'ê nîşan bidin.

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê tevî xizaniya ji ber zextên rejîmê, her wiha ji ber karesata ku bi serê wan ve hat, di nava şert û mercên giran de dest bi Remezana îsal dike. Gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê ku divê yekîtiya xwe hîn xurtir bike, em di wê baweriyê de ne ku wê di Remezana îsal de bawerî û piştgiriya bi hev re xurtir bike, wê alîkariyê bi afetzedeyan re bike.

Gelên me yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê, li gorî saleke bihurî hîn bi rewşeke erênî dest bi Remezana îsal dikin. Gelên me yên li vê herêmê ku gef û êrîşên TC a qirker a faşîst li dijî wan didomin, em di wê baweriyê de ne ku wê li gorî salên bihurî hîn bêhtir li dora têkoşîn û fikrê ku vê rewşa erênî afirandiye, li hev bicivin. Em bang li gelên xwe dikin ku hişmendiya xwe ya neteweya demokratîk mezin bikin, rêxistinî û sîstema xwe ya demokratîk xurt bikin.

Em bang dikin ku vê Remezanê bikin wesîleya xurtkirina yekîtiya xwe, lihevhatina mirovên ji hev xeyidîne û xurtkirina piştevaniya hev. Em bang dikin ku fitre û zekatên îsal ji saziyên welatparêz re bên dayin ku baweriya me bi wan heye ku bigihînin afetzedeyên li Rojhilatê Kurdistanê û Kurdistaniyên pêwîstiya wan pê heye. Di serî de ji bo Misilmanên Kurdistanî, ji bo Misilmanên demokratîk hemûyan, em hêvî dikin ku Remezan bibe wesîleya xêrê, rojî, dia û nêta we qebûl bibe."