HSK: Em alîkariya xwe ya Qurbanê bişînin ji gelê xwe re

Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Rojvan Bîlgîn diyar kir, ku divê gelê li cihên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine xerakirin bi tenê neyê hiştin û got, "Bi munasebeta Cejna Qurbanê em alîkariya xwe bişînin ji gelê xwe yê mexdûr re."

Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re Heyva Sor a Kurdistanê karê xwe yê ji bo berhevkirina alîkariyên qurbanê zêde kir. Ev karê alîkariyê li 15 welatan ji aliyê bi sedan kesî ve tê meşandin. Armanca saziyê ew e ku alîkariyê bi mirovên mexdûr ên li Gever, Sûr, Cizîr, Silopiya û Hezexê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine xerakirin, bike.

Serokê Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) Dr. Rojvan Bîlgîn bi bîr xist, ku ev 24 sal in ew alîkariyê bi gelê Kurd û gelek herêmên cîhanê dike û niha jî ji bo alîkariya bi mirovên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve xaniyên wan hatine xerakirin û mexdûr bûne, di nava hewldanan de ne.

Dr. Bîlgîn anî ziman, ku wê îsal jî alîkariya xwe ya bi wesîleya Cejna Qurbanê ji mirovên mexdûr re bişîne û bang li gelê Kurd û dostan kir ku bi berpirsyariya vê alîkariyê rabin.

RÊ Û RÊBAZÊN ŞANDINA ALÎKARIYA QURBANÊ

Dr. Bîlgîn li ser rê û rêbazên şandina alîkariya Qurbanê ev agahî da:

"Xêrxwaz dikarin bi rêya hesabê bankayê yên saziyên me, yekser alîkariya xwe bişîne. Hesabên saziya me ji adresa  www.heyvasor.com dikarin bên peydakriin. Her wiha ji reklamên li televîzyonê yan jî bi rêya telefonên buroyên saziya me dikarin di vê der barê de agahiyan bigirin.

Dikarin zerfên alîkariya qurbanê ji xebatkarên me yên dildar ên li herêman bigirin, alîkariya xwe bixin nava wan zerfan, zerfan bigirin û pitre radestî xebatkarên saziyê bikin.

Wekî din, li herêman bi berdêla meqbûzê de alîkariya cejna qurbanê dikare were dayin.

Bi sîstema PayPal a li navnîşana www.heyvasor.com alîkarî dikare bê dayin."

'DIVÊ ALÎKARÎ JI SAZIYÊN ZALIMAN RE NEYÊ ŞANDIN'

Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Rojvan Bîlgîn herî dawî got, "Berpirsyarê mexdûriyeta mezin a li Kurdistanê AKP ye. Li Ewropayê gelek saziyên nêzî AKP'ê alîkariyê dide hev. Divê haya gelê me ji wan hebe. Lazim e were zanîn, alîariya ji bo saziyên nêzî van zaliman tê wateya hevkariya li komkujiyan. Û her kesên xwedî wijdan divê nekeve nava vê rewşê.

Em bang li hemû mirovan, xêrxwazan, gelê Kurd û dostan dikin, ku gelê me yê il herêmên Kurdistanê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine xerakirin bi tenê nehêlin, alîkariyê bi gel bikin û bi wesîleya Cejna Qurbanê alîkariyê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bigihîne gelê me."