HDP: Bila Noel bibe wesîleya aştî û biratiyê

Hevserokên HDP'ê bi wesîleya Noelê peyamek weşandin û gotin, "Di vê dema şer de, hêvîdar in cejn bibe wesîleya xurtkirina aştî û piştevaniyê."

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî bi wesîleya Noelê peyamek weşandin.

Peyama Hevserokan wiha ye:

"Bi navê partiya xwe, em cejna Noelê ya civaka Xiristiyan ji dil û can pîroz dikin. Hêvîdar in bibe wesîleya aştî, biratî û xweşbîniya navbera olan.

Ji bo welatekî ku ti nasname, çand, bawerî û ziman ji yekî ne zêdetir e, her welatî di nava wekheviyê de dijîn û çanda xwe bi rengekî azad diparêzin, hêviya me her heye. Em têkoşîna xwe ya ji bo afirandina welatekî hevpar û komareke demokratîk a jiyaneke însanî, wekhev û azadîparêz bi biryardarî didomînin.

Di vê dema şer de ku gel û baweriyên cuda yên li Rojhilata Navîn di nava zor, zehmetî û şer de ne û berdêlên giran ên însanî didin, hêvîdar in ku cejn bibe wesîleya qewînkirina hestên biratî û piştaniyê."