'Giyayên li çiyayê Kurdistanê şîn dibin derman e'

Firat Ozel bi salan e giya û nebatên bi şîfa difiroşe. Ozel dibêje, ji berê ve mirov li Kurdistanê ji giya û nebatan dermên çêdikin û bi vî rengî sieheta xwe baş dikin.

Ji demên berê ve Kurd li Kurdistanê ji giya û nebatan dermên çêdikin û bi vî rengî xwe ji nexweşiyan diparêzin. Welatiyê bi navê Firat Ozel 10 sal in giya û nebatan li çiyayên Kurdistanê diçine, li ser dezgeha xwe difiroşe û bi vî rengî şîfayê li nava gel belav dike.

'KARÊ MIN HEM XÊRE HEM JÎ ŞIFA YE'

Ozel dibêje, giya û nebatên li çiyê şîn dibin dermanê gelek nexweşiyan e û got, "Ez gelekî kêfxweş im ji ber ku şîfayê li nava mirovan belav dikim. Bi dilekî rehet gelek cureyên giya difiroşim. Ji ber ku ev cure giya di Qurana pîroz de jî derbas dibe. Xwedayê mezin dibêje,  mirovên qenc ew kes in ku ji bo civakê bi feyde ye. Karê ez dikim hem xêr e, hem şîfa ye, hem jî ez pê debara malbata xwe dikim. Niha bêhtir giyayê me ji bo nexweşiya sermayê ye. Bi taybetî giya û nebatên me hene ji bo hemû cure nexweşiyan derman e. Wekî din, hêkên kewa sûskê li ba me hene û ji bo nexweşiyên hindir baş e."

'GIYAYÊN ÇIYAYÊN KURDISTANÊ DERMAN E'

Ozel da zanîn, ku giya û nebatên li zinar û çiyayên Kurdistanê şîn dibin ji gelek cureyên nexweşiyan derman e. Ozel anî ziman, dermanên herî dewlemend li çiyayên Kurdistanê şîn dibin û wiha dewam kir: "Gelê Kurd ji berê ve her tim giya û nebatên zinar û çiyayên Kurdistanê şîn dibe ji bo tenduristiyê bi kar aniye. Gelê Kurd gelekî afirîner e, her cure giyayê li çiyayê Kurdistanê şîn dibe derman e. Lê mixabin niha her roj êşên cûr bi cûr zêdetir dibin û di tibê de jî bi tu awayî dermanên van êşan nayê dîtin. Tib a niha ji xwezayê dûr e.  Dermanên kimyewî zêde tên bikaranîn. Ev jî nexweşiyan zêdetir dike. Zêdetirî 10 sal in ez giyayên li çiyayên Kurdistanê şîn dibin li ser dezgeha xwe difiroşim, kesên ku ev giya ji min girtine piştî demekê spasiyên xwe ji bo min kirine. Ez naçim nexweşxanê û dema van giyaya vedixwim tendirustiya min baştir e."

'KESÊ GIYA CAREKÊ GIRTIYE CAREKE DIN JÎ TÊ'

Ozel ê ku debara xwe bi firotina giya dike, ji ber ku demekE dirêj e vî karî dike di vê beşê de bûye pîspor û heya niha bi hazaran kes bi van giyayan tedawî kiriye. Ozel destnîşan kir, kesên ku ji bo nexweşiyê serî lê dane heya niha qet gazin nekirine û kesên carekê hatiye jî cara duyem jî hatiye û got: "Ev rêbaza tenduristiya xwezayê ji berê ve her tim ji aliyê welatiyan ve hatiye tercîhkirin û hê jî tê tercîhkirin. Malbata me vî karî ji berê ve dike û ji sedî zêdetir kes tedawî kiriye. Min jî xwest ez vê rêbaza tedawiyê bidomînin û hem jî debara xwe pê bikim."