Gelê bênasname yê Îranê: Belûcî

Eşkere bû, bi hezaran Belûcî ku yek ji gelên xwecihî yên Îranê ye, hîn jî bê nasname ne.

Rayedarên Îranê, ji ber ku Belûcên li Pakistan û Efganistanê kincên ji heman neteweyê li xwe dikin, nasnameyê nadin wan. Gelê Beluc ê ku nasname ji wan re nayê dayin mexdûr e. Nikarin zarokên xwe bidin xwendin. Lewma neçar dimînin ku tenê cotkarî ya jî sewalkariyê bikin.

Belûcên ku li ser xaka xwe bê nasname ne, li dijî xizaniyê jî têdikoşin. Belûc bi giranî li taxên li derveyî navendên bajaran dimînin û nikarin kargehên xwe bi navê xwe qeyd bikin. Nikarin ehliyeta ajotina wesayitan jî werbigirin. Her wiha mafê wan Belûcan nîne ku bi fermî bizewicin.

BI RENGEKÎ BÊ NASNAME DIJÎN

Belûc li eyaletên Sîstan Belûcistan, Kirman, Xorasanê yên Îranê û li gelek eyaletên navendî yên Îranê ne. Serjimartina gelên Îranê bê kirin jî hejmareke fermî nîne. Lê tevî vê yekê jî, li gorî serjimartina nifûsê ya li eyalet û herêmên Belûc lê dimînin; li Sîstan Belûcistanê 2 milyon 800 hezar, li Hormozganê 1 milyon 800 hezar, li Kirmanê 1 milyon 156 hezar, li Xorasanê 750 hezar, li Tehran û herêmên din jî 500 hezar Belûc hene. Tê texmînkirin ku bi giştî derdora 7 milyon 6 hezar Belûc hene.

BELÛC KÎ NE?

Belûc neteweyeke Îranî ye ku li eyaleta Belûcistanê ya Pakistanê û li Îran û Efganistanê ye. Nifûsa wan ji 9 milyonî zêdetir e. Bi zimanê Belûcî û Brohîceyî diaxivin. Li gorî gelek çavkaniyan Belûc (Baloch) bi Kurdan re ji heman qewmî ne û neviyên Medan e. Gelê Belûcistanê çand û zimanê xwe gihandine vê serdemê.

Welatê wan Belûcistan mîna Kurdistanê bi çar parçeyan hatiye parçekirin û dagirkirin. Li gorî belgeyan, Belûcistan di bin dagirkeriya Îran, Pakistan, Efganistan û Hindistanê de ye. Belûc, tevî nexşe û ala xwe, nexşe û ala Kurdistanê jî nîşan didin û eşkere dikin ku ew heman gel in.

LI GORÎ GELEK ÇAVKANIYAN, KURD IN

Belûc di çîrok û dîroka xwe de dibêjin ew Kurd in, lê piştre cuda bûne û ketine nava pêvajoya netewebûneke nû. Mînak; Akund Mûhammed Salih Zengene Belûc, berî 372 salan Kurdgelnamak (Kurd-gel-name) nivîsî û tê de diyar kir ku Belûc bi eslê xwe Kurd in.

Paşnavên gelek şehîd û lehengên Belûcan 'Kurd' e. Navê çend ji lehengên Belûc: Alî Şêr Kurd, Şêr Zeman Kurd, Alî Can Kurd, Mûmtaz Kurd, Xalid Kurd, Anwar Kurd, Yar Can Kurd...