Esnaf ji ber hikumeta şer û rantxur îflas dikin

Esnafên Hala Esenlerê gotin, polîtîkayên şer û rantxuriyê yên AKP'ê wan têk dibin.

Esnafên Hala Esenler a Stenbolê, ji ber polîtîkayên şer û rantxuriyê yên AKP'ê li ber îflasê ne. Esnafan gotin, AKP'ê karker, kedkar û esnaf têk biriye û hemû çavkanî pêşkêşî alîgirê xwe kiriye. Nîhat Dalgali, Orhan Dag û Samet Ayaz ên li Hala Zebze-Fêkî esnaf in, qala rewşa aboriyê ya ji ber polîtîkaya şer û rantxuriyê ya AKP'ê kirin.

'AKP ESNAFAN TÊK DIBE'

Nîhat Dalgali, ku zêdeyî 20 sal in li Hala Stenbolê esnaf e got, "esnaf têk diçe" û bal kişand ser rewşa tirsnak. Dalgali diyar kir, esnaf timî di zerarê de ne û anî ziman, ku ew neçar dimînin tiştên dikirin bi buhayekî ji yê kirînê erzantir bifiroşin. Dalgali ragihand, esnafê li bazarê û halê, ji ber polîtîkayên şer û rantê yên AKP'ê, nema dikarin mesrefê xwe bidin û destnîşan kir, ku derfetên kirîn û firotinê nemane. Dalgali got, "Polîtîkayên şer û rantê yên vê hikumetê em anîne ber têkçûnê."

Dalgali da zanîn, hikumeta AKP'ê ji bo rantê bide fîrma û firoşgehên alîgirê xwe, qanûna ku kirîna zebze-fêkî ya ji derveyî Halê qedexe dike rakiriye û ji ber vê yekê firoşgehên alîgirê AKP'ê dest ji kirîna ji Halê berdane. Dalgali destnîşan kir, ji ber vê yekê karê wan sekiniye û gelek esnafên Halê kêm maye dikana xwe bigirin.

'KONSEPTA ŞER, KAR DIQEDÎNE'

Dalgali anî ziman, ku ew nikarin berhemên xwe bifiroşin, bi taybetî konsepta şerê qirêj ê di sala 2015'an de ji aliyê hikumeta AKP'ê ve ketiye meriyetê, aborî qedandiye. Dalgali diyar kir, heta ku rewşeke aştiyane tine be wê aborî sererast nebe û wiha dewam kir: "Em dixwazin ku AKP dest ji polîtîkayên xwe yên şer berde, destên xwe yên rantxuriyê ji ser esnafên Halê û esnafên din bikişîne û di rewşa aştiyane de aboriyeke arma hebe." Dalgali anî ziman, ku ew li hemberî AKP'ê bi hêrs in û polîtîkaya rant û şer a AKP'ê naxwazin.

'AKP BERÊ ESNAFAN DIDE ÎNTIXARÊ'

Samet Ayaz ku demeke dirêj li Halê esnaf e, diya rkir ku di dema AKP'ê de hin hevalên wî întixar kirine. Ayaz ragihand, beirya niha pirsgirêkeke bi vî rengî tine bû û ragihand, AKP şîrketên mezin û alîgirê xwe mezin dike û esnafan jî roj bi roj dihelîne. Ayaz da zanîn, di nava vê salê de du hevalên wî yên esnaf, ji ber ku karê wan xera bû xwe întixar kirin û got, "Mixabin AKP'ê esnaf anî wê radeyê ku hewl bide xwe bikuje. Ji bo me êdî ji vê û wêdetir nîne. Gavek piştî vê rewşê, ji bo me hemûyan îflas e."

'HIKUMET HENEKÊ XWE BI ME DIKE'

Ayaz daxuyaniya 'aborî li ser rêya baş e' ya hikumetê weke gotineke 'komîk' bi nav kir û destnîşan kir, ku ew tenê bi van daxuyaniyan dikene. Ayaz bibîr xist, ku li Hala Esenlerê bi sedan esnaf hene û hemû esnafên li halê bi daxuyaniyên li ser 'başiya aboriyê' dikenin. Ayaz destnîşan kir, hikumeta AKP'ê henekê xwe bi karker, kedkar, esnaf û mirovên xizan dike û got, rewş ber bi başiyê ve naçe.

'EGER HIKUMETA ŞER Û RANTÊ NEYÊ TÊKBIRIN, EM Ê TÊK BIÇIN'

Esnaf Orhan Dag jî destnîşan kir, ku sedema bingehîn a vê rewşê polîtîkayên şer ên AKP'ê ne. Ayaz diyar kir, divê gel ji vê hikumeta şer û rantê xwe rizgar bike û got, di rewşeke berevajî de ew ê mehkûmî îflasa aborî û siyasî bin. Dag diyar kir, gel fatûraya girankirina şer bi can, xwîn û nanê xwe dide û got, "Divê em li ber siyaseta şer û rantê bisekinin û dawî li vê rewşê bînin."