'Sektora tenduristiyê dirize'

Dibistanên Bilind ên Pîşeyî yên Tenduristiyê bi deh hezaran kes mezûn kirin. Ev dibistanên bilind li şûna ku kedkarên tenduristiyê bigihînin, ketine pey rantê.

Doktor Rûkiye Ekenler got, "Yên li beşên alîkariya hemşîre û xizmetên emeliyatxaneyê dixwînin, dema ku derdikevin nizanin bê çi karî bikin." Yûsûf Akbag ê ji heman beşê mezûn bûye got, "Ji ber ku dibistan taybet e, xwendekar neçin dibistanê jî dikarin mezûn bibin. Dema mijar tenduristî be, bi hezaran bêkar û personelên tenduristiyê yên bê wesif hene."

Li Tirkiyeyê bi zêdebûna nexweşxaneyên taybet re hejmara zanîngehên taybet jî zêde bûn. Tevî vê yekê, sîstema perwerdeyê sal bi sal qels dibe û ev yek jî hem xwendekaran, hem jî malbatên wan dixe nava tirs û fikaran. Di bin sîwana zanîngehên taybet de nêzî sih beşên tenduristiyê hene û her sal bi deh hezaran xwendekar jê mezûn dibin. Tenê li Stenbolê 41 zanîngehên taybet hene. Bi deh hezaran kesên piştî mezûniyetê dibin xwedî nasnameya personelên tenduristiyê, 'karê amade' ku soza wê ji wan re hatibû dayin, nikarin peyda bikin.

Ev rewşa perwerde û tenduristiyê ku bûye çavkaniyeke rant-jêxwarinê, ne tenê xwendekar û malbatên wan, her wiha doktoran jî dixe nava fikran. Doktor Rûkiye Ekenler û Yûsûf Aktag ê ji dibistana pîşeyî ya bilind a tenduristiyê mezûn bûye û du sal in bê kar e, beşên tenduristiyê yên li zanîngehên taybet ji ajansa me re nirxandin.

'SEKTORA TENDURISTIYÊ DIRIZE'

Doktor Ekenler diyar kir ku bi fermanname û qanûnên ku pêşî li nexweşxaneyên taybet vekirin, xizmeta tenduristiyê gelekî guherî û got, "Her tişt weke encameke polîtîkayên tenduristiyê derkete holê û di nava sektoreke gelekî mezin de çîrokên biçûk peyda bûn. Mîna fêkiyên bi hormon ku bi rengekî bê kontrol mezin dibin, sektora tenduristiyê ya ji derve xweş û balkêş tê dîtin, di nava xwe de dirize. Yên ku herî zêde vê rewşa riziyayî dibînin em in, yanî kedkarên tenduristiyê ne."

HÊVIYA CIWANAN DIKUJIN

Ekenler anî ziman ku ji bo barê nexweşxaneyên taybet bê sivikkirin zanîngehên taybet tên vekirin û ji doktorên ku li wan dixebitin jî nasnameya doçentiyê tê dayin. Ekenler destnîşan kir ku bi guhertinên li sîstema perwerdeyê re asta serketî ya xwendekaran jî kêm bûye û got, "Zarokên malbatên xizan ji bo di rêyeke kin de bibin xwedî pîşe, Dibistanên Bilind ên Pîşeyî yên Xizmeta Tenduristiyê tercîh dikin. Sedema sereke ya tercîha hemûyan jî ew e ku bawer kirine, dema dibistan qedandin wê karibin karekî bi dest bixin. Yên li beşên alîkariya hemşîre û xizmetên emeliyatxaneyê dixwînin, dema ku derdikevin nizanin bê çi karî bikin. Em zanin ku piraniya ciwanên li van dibistanan dixwînin, bêyî hînî vî karî bibin mezûn dibin, xwe têrker nabînin û li dibistanên taybet bi mehan bê berdêl dixebitin. Ev yek bi kêrî xwediyên nexweşxaneyên taybet tê. Gelek karkerên bê wesif bi vî rengî dixebitînin. Her roj hêviya ciwanan tê kuştin."

DIVÊ DOKTOR JÎ BI BERPIRSYARÎ RABIN

Ekenler destnîşan kir ku ev pirsgirêk divê ji aliyê siyasî ve were çareserkirin, lê belê doktor jî divê bi berpirsyarî rabin û got, "Gelek doktor li van dibistanan dersê didin û pereyekî zêde qezenç dikin. Nasnameyên akademîk ên weke doçent an jî profesorî ku ji van dibistanan digirin, bêyî li ber xwe bikevin li ber navê xwe dinivîsînin. Halbûkî ew doçentê tipê ya jî profesorê tipê nînin û tiştekî be exlaqî ye ku bi vî rengî bi kar tînin."

BI DEH HEZARAN PERSONELÊN TENDURISTIYÊ YÊN BÊ KAR Û BÊ WESIF HENE

Akdag ku ji beşa xizmetên emeliyatxaneyê mezûn bû, diyar kir ku wî li sektora taybet û li nexweşxaneyên dewletê kar nedîtiye. Akbag anî ziman ku berê tenê beşên  hemşîretî û ebetiyê hebûn, lê di şeş salên dawî de beşên li qada tenduristiyê zêde bûne û ev yek jî ne ji ber pêwîstiyê, lê ji ber rantê hatine vekirin. Akbag got, "Tirkiye ji aliyê asta perwerdeyê ve li gelemperiya cîhanê gelekî paş de maye. Ji ber guhertina sîstema ezmûnê, mirov ne li beşa dixwazin, lê li beşa ku pûanê xwe têrê dike dixwînin. Li dibistanên taybet jî, xwendekar bêyî biçin dibistanê jî dikarin mezûn bibin. Li sektora tenduristiyê bi hezaran kedkarên bê kar û bê wesif hene. Perwerdeya li dibistanan tenê li ser teoriyê ye, pratîk nîne."

POLÎTÎKAYÊN SIYASÎ JI VÊ REWŞÊ BERPIRSYAR E

Akbag diyar kir ku li gelemperiya Tirkiyeyê herî zêde Kurd van beşan tercîh dikin û destnîşan kir ku rêjeya serketina zanîngehan a li bajarên Kurdan di nava panzdeh salên dawî de kêm bûye, sedema vê jî polîtîkayên siyasî ye. Akbag got, "Malbat ji bo zarokên wan bibin xwedî karekî, ji nanê xwe kêm dikin û dişînin van dibistanan. Lê dîsa jî nikarin karekî peyda bikin."