Dîmenên ji peykê ya şewata Heskîfê hatin kişandin

Hewldana Ji Nû ve Avakirina Heskîfê dîmenên ji peykê yên şewata bi guman a li bajarê kevnar Heskîfê weşand. Hewldanê daxwaza lêkolîneke serbixwe kir.

Heskîf a xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye, dixwazin bi Bendava Ilisû vê dîrokê tine bikin. Rewşa şewatê ya bi dîmenên ji peykê hatî weşandin her tiştî radixe ber çavan.

Di wêneyan de ku 3’ê Tebaxê ji aliyê Hewldana Ji Nû ve Avakirina Heskîfê ve hatî weşandin, tevî ku çend hefte li ser şewatê re derbas bûye şopên şewatê xuya dike. Şewat roja 21’ê Tîrmehê derketibû.

Herêma bi rengê reş dide nîşandan ku li her derê qelhê (kale) şewat derketiye.

Hewldanê têkildarî wêneyan nêrînên xwe parve kir û got; “Gir bixwe, li ser wê Mizgefta Eyyûbî, herêma dîrokî ya goristanê û herî kêm bi dehan şkeftên dîrokî zirar dîtiye. Ji bo zanîna rewşa zirarê divê li cihê wê lêkolîneke bi bawer pêk were.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Em texmîn dikin ku weke ekolojî bi hezaran zindî ji şewatê bandor bûne. Herêma şewatê ku cihê hêlîna çûkên cuda ne û rîsk heye kû neslê hinek cûreyên çûkan biqede.

Ji ber vê sedemê divê hê bêhtir li cem Walîtiya Êlihê û Wezareta Karê Navxweyî daxwaz werin ragihandin. Em Hewldana Ji Nû ve Avakirina Heskîfê bang li hemû sazî û rêxistinan dikin ku li herêmê ji bo lêkolîneke xweser bikevin nava hewldanên pêwîst.”

Şaxa Odeya Endezyorên Makînê ya TMMOB İKK ya Êlihê beriya niha têkildarî şewatê daxuyanî dabû û ragihandibû ku mudaxeleya ji bo şewatê kêm bû û berpisyaran erka xwe pêk ne anîne.