DÎSA-DER’ê kongreya xwe li dar xist

DÎSA-DER’ê kongreya xwe ya 1’emîn li dar xist û rêveberiya xwe hilbijart. Endamê Dîwanê Qahir Bateyî di kongreyê de axivî û banga xwedîlêderketina Kurdî kir.

Komeleya Lêkolîna Çand û Huner a Ziman (DÎSA-DER) 1’emîn Kongreya xwe, li Salona Civîna Platformê ya Şaxa KESK’ê ya Wanê pêk anî. Pankartên “Zimanhezî welatparezî ye” û “Şerma mezin ew e ku mirov bi zimane xwe nizanibe” bi salonê ve hatin kirin.  Endamên rêxistinên HDP’ê, DBP, KCD, Şaxa ÎHD’ê û gelek nivîskarên Kurd beşdarî kongreyê bûn.

 Xwediyê Weşanxaneya Sîtav Qahîr Bateyî, piştî hilbijartina dîwanê axivî û wiha got: “Li hemberî gelê Kurd polîtîkayên pişavtinê yên mezin hene. Girîng e ku gelê Kurd di nava jiyanê de bi zimanê xwe biaxive. Em bang li hemû gel dikin ku xwedî zimanê xwe derbikevin.” Piştî Bateyî, nivîskar Îhsan Colemêrgî jî, da zanîn ku hemû Kurd xwedî wê erk û berpirsiyariye ne ku xwedî zimanê xwe derbikevin û kes nikare ji vê berpirsiyartiyê bireve.

Piştî axaftinan Medîne Karaman û Naîm Ozden ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin û ji bo desteya rêvebir jî Evîn Aydin, Şukru Nas, Yilmaz Kumlî, Muzeyyen Tûran, Tahsîn Tîmur, Kurdistan Işik, Kenan Şan, Ozlem Aydemîr, Siddik Abî, Dîlber Akin, Salîh Sertkal, Ûmût Demîr, Ferdî Eryaşar û Nevzat Hamzaogullari hatin hilbijartin.