CÎK: Bila tecrîd rabe û kes nemire!

Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê bang kir û diyar kir, eger tiştek bi berxwedêrên greva birçîbûnê were, wê her kes gunehkar be.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) li ser grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku her bawermend û neferekî gelê Kurd divê li ber tecrîdê rabe û vê yekê ji xwe re weke erkê mirovahî bibîne.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji jiyana mirovan qîmetir tiştek nîne û hate gotin, "Aştî emrê ola Îslamê ye. Divê ji bo bicihanîna vî emrê Xwedê, em bawermend bi berpirsyarî tevbigerin."

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku gelê Kurd îro hatiye dorpêçkirin, mafên xwe yên olî û neteweyî bi darê zorê jê hatiye stendin û hate gotin, "Ji bo ev şerê qirêj û kirêt bi dawî bibe, ji bo tecrîdkirina Serokê Gelê Kurd û Gelê Kurd rabe, gelek mirov ketine greva birçîbûnê ya bê dawî ya nexwarinê. Ev mirov roj bi roj dihelin, ji bo ku aştî were, eger em li van mirovên wêrek û qehreman xwedî dernekevin û sibê ev mirov bimirin û em hemû gunehkar dibin. Em wek mirovên bawermend li berpirsyariyên xwe xwedî derkevin. Ev erka me ya mirovî û olî ye."