CÎK: Bi navê ol divê êdî mirov neyên kuştin

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) êrîşa li Zelanda Nû ya li dijî du mizgeftan hate kirin şermezar kir ku bi dehan kes hatin kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya CÎK'ê de hate gotin, "Sibeha Înê dema ku mirovan îbadeta xwe dikirin hatin kuştin. Bi çi navî dibe bila bibe, kuştina mirovan ne ya qebûlkirinê ye."

CÎK'ê diyar kir, zîhniyeta ku mirovan ji ber ol, mezheb, nasnameya xwe ya çandî, zayend û nêrînên xwe yên cuda dikuje, li dijî mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku beriya her kesî divê Xiristiyan û Dêr li dijî vê komkujiya hovane ya li mizgeftan hatiye kirin, derkevin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "16'ê Adara 1988'an li Helebçeyê Saddamê ku îdîa dikir ew Misilman e, di nava çend kêliyan de 5000 extiyar, jin, zarok kuşt. Cihê dilgiraniyê ye ku dewlet, civak û civatên ku xwe weke Misilman dibînin nerazîbûn nîşanî vê nedan. Berevajî nerazîbûnê ji bo Saddam li çepikan xistin. Dema ku Erdogan Efrîn dagir kir, ji mizgeftan û televîzyonan sûreyên Quranê ji bo piştgiriya bi kujeran re hatin xwendin û dihate gotin, 'înşaleh wê heta êvarê 5000 kes hatibin kuştin'. Erebîstana Siûdî xelatan dide yên ku li Yemenê bombeyan li zarokan dibarînin. Îran dema ku mirovan bi darve dike ji kêfa dikene; bi hejmara mirovên li Yemen, Sûriye, Iraqê kuştiye pesnê xwe dide. Halbûkî li gorî Îslamê kuştina mirovan guneh e."

Di dawiya daxuyaniyê de yên ku li Helebçe, Efrîn, Kobanê, Şengal, Sûr, Cizîr, Yemen, Fîlîstîn, Parîs, London, Enqere, Efganistan û tevahiya dinyayê mirov bi neheqî kuştine hatin şermezarkirin û hate gotin, "Ji bo mirov neyên kuştin em careke din bang dikin ku bi hev re tevbigerin."