'AKP tirsiya ku Dersimî werin cem hev'

Saziyên Dersimê qedexekirina festîvalê ya ji hêla qeyûmê ve şermezar kirin û diyar kirin ku ev polîtîkaya şerê taybet e û ev tirsa AKP’ê nîşan dide.

Di daxuyaniya hevpar de ku ji hêla Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Cemiyeta Vejandina Dersimê û Komeleya Dijî Qirkirinê ya Dersimê ve hate kirin, astengkirina Festîvala Dersimê ya ji hêla qeyûmê ve hate şermezarkirin.

'HINCETÊN WAN LI DIJÎ RASTIYÊ NE'

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Watedar e ku roja ku Walitiya Tunceliyê Festîvala Sirûşt û Çandê ya Munzurê qedexe kirî 15’ê Tîrmehê ye. Dewlet xwedêgiravî di salvegera pêşî ya darbeyê de bang li welatiyan dike ku derkevin kuçe û kolanan, meydan û piran lehengiyê dide pîrozkirin li hêla dî jî îdîa dike ku li Dersimê ewlehiya festîvalê nikare were bicihanîn. Tekane derdê wê hişmendiyê ku festîvala Sirûşt û Çandê ya Munzurê qedexe kirî,  ku îsal wê cara 17’an pêk bihata, zilmkirina li gelê Dersimê ye. Berevajî vê hikûmeta ku dikare tevdîrên ewlehiyê ji bo çalakiyên xwe yên girseyî pêk bîne ne normal e ku ji bo festîvalê ewlehiyê bîne rojevê. Ji hêlekê ve hûn festîvalê qedexe dikin, li hêla di hûn bang li mirovan dikin da ku xwe berdin kuçe û kolanan, xwarin, vexwarin, gihandina wan ji bacên gel dabîn dikin û ji hêlekê ve jî hûn bi vê qedexeyê zilmê li ser gelê Dersimê dikin, bi ti awayî ev ne bi dilê me ye."

'EM RED DIKIN'

Bi berdewamî hate gotin ku qedexeya navborî berdewamiya ‘polîtîkayên şerê taybet e’ û dewlet ditirse ku Dersimê werin cem hev.

Di daxuyaniya hevpar de hate gotin: "Em vê qedexeyê rast nabînin û li bendê ne ku were rakirin. Festîvala Dersimê tê maneya ku Dersimî bi çiya, kevir, mirovên xwe re têne cem hev. Em vê qedexeyê nas nakin."