Şîrketên çixareyan ciwanên welatên hejar kirine hedefa xwe

Li gorî daneyên ku bi wesîleya ''Roja Berdana Çixarê'' têne weşandin rêjeya çixarekêşan kêm bûye, şîrketên mezin ên çixareyan, di serî Efrîka, ciwanên welatên hejar dike hedefa xwe.

31'ê Gulanê Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê (WHO) ya bi ser Neteweyên Yekbûyî (NY) ve sala 1988'an kiribû Roja Cîhanê ya Berdana Çixarê. Çixarekêşî ku li gelek welatan di nav sedema mirinê de, di rêza pêşî de cih digire, ji hêla rêjeyê ve her çendî kêm bûbe jî 1,1 milyar mirv hê jî çixarê dikişînin.

HÊ JÎ TÊRA XWE ÇIXARE TÊ KIŞANDIN

2000'î li tevahîya cîhanê 27 ji 100'î yên gihayî çixare dikişandin, ev rêje 2016'an kêm bû û bû 20 ji 100'î.  Lê ew hedefa ku di nav çixarekêşan de rêja were 30 ji 100'î bi cih nehat û rêje vê gavê 22 ji 100'î ye.

Di nav mêran de rêjeya çixarekêşan 43 ji 100'î kêmî 34 ji 100'î bû, li nav jinan ev rêje 11 ji 100'î kêmî 6 ji 100'î bû.

Tê zanîn  li welatên ku li dijî çixarê kampaya têne kirin, encamên baş derdikevin holê.

DI NAV ZAROKAN DE RÊJEYA ÇIXAREKÊŞIYÊ PIR ZÊDE YE

Li gorî daneyên WHO'yê di nav wan zarokan de ku temenê wan di navbeyna 13-15'an de ye, rêjeya çixarekêşan 11 ji 100'î ye û li tevahiya cîhanê ev tê maneya 37 milyon zarok.

Dîsa li gorî daneyên WHO'yê her sal 8 milyon kes ji ber nexweşiyên ku çixarekêşiyê tên, dimirin, ji 2 tiryakiyan 1 jê ji ber çixarê dimirin. Ji van kesan nêzî 1 milyonî jê jî, li gel ku çixarê nakişînin jî, ji ber ku li derdorê çixere tê kişandin, çixarekêşên pasîf in.

Çixarekêşî di serî de pençeşêra mêlakê, li ser deverên hilmstandinê dibe sedema nexweşiyên kronîk, krîza dil, gelek nexweşiyên tamaran. Her wiha dibe sedema ku xwîn biçe ser mêjî, nexweşiya xîzokê.

LI WELATÊN BER BI RABÛNÊ VE RÊJE ZÊDE NE

Li gorî daneyên WHO'yê, nemaze li parzemîna Efrîkayê ji 1980'yî û vir ve rêjeya çixarekêşan pir zêde bûye. Di navbeyna 1980-2016'an de rêje 50 ji 100'î zêde bûye, tê gotin ev tenê ne têkilî zêdebûna nifûsê ye, çixare bûye mîna 'rêz û rêçikekê''.

Li welatên mîna Sengal û Ganayê li nav mirovên ku temenê wan di ser 15'î re ye, rêjeya çixarekêşiyê 10 ji 100'î ye lê li welatên mîna Morîtanya û Lesotho ev rêje digihe 50 ji 100'î.

HEDEFA ŞÎRKETAN CIWANÊN LI WELATÊN HEJAR E

Li dijî çixarekêşiyê bi zêdekirina bihayê û qedexeya reklaman kampanyayên mezin her çendî bidome jî, şîrketên li pey kar jî li cihê xwe rûnanin. Di hedefa şîrketên pir-netew de nemaze welatên hejar ên li başûrê cîhanê û nifûsa ciwan hene.

Tê zanîn şîrketên ku dixwazin zêdetir çixare bifiroşin, ji fînansekirina bernameyên sportîf û çandî bigirin, li nav otorîteyên welatan xebatên lobiyê yên gumanbar û gelek rêbazên din diceribînin. Şîrkeyên ku nemaze ciwanan dikin hedefa xwwe, ji firotina yeko yek bigirin heta bi mekanên weke dîskotekan çixareyan belav dikin.

Her wiha di reklaman de fîgûrên ku zarok û ciwan ji wan hez dikin û bi kar tînin û ev jî parçeyek ji stratejiya wan e.