Şahiya Berxbir li qedexeyê nealiqî

Tevî ku dewleta Tirk zozanên Colemêrgê li welatiyan qedexe kiriye jî, mîna her sal welatî îsal jî derketin zozanan û Şahiya Berxbir li dar xistin.

Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê, mîna li gelemperiya Bakurê Kurdistanê li Colemêrgê jî jiyana bi şertên Rewşa Awarte li ser mirovan ferz kiriye. Hema hema hemû deşt û zozanên Colemêrgê li welatiyan hatine qedexekirin. Colemêrgî li vê qedexeya dewletê nealiqî, derketin zozanan û Şahiya Berxbiriyê ku kevneşopiya sedan salî ye li dar xistin.

Welatiyan berê xwe dan Mêrga Bûtê ku bi 3 hezar metreyî ji navenda Colemêrgê bilind e û Şahiya Berxbiriyê ya kevneşop li dar xistin. Di vê şahiyê de bi hezaran welatiyên ji navend û gundên Colemêrgê amade bûn. Li şahiyê her wiha xwarin hatin çêkirin û govend hate gerandin. Şahiyê du rojan dewam kir. Roja destpêkê berx û mihî hatin şuştin û di roja duyemîn de jî berxbirî hate kirin.

DEWLET JI YEKÎTIYA ME DITIRSE

Welatiyên tevlî şahiyê bûn gotin, li hemberî her şêwe qedexe û zextên dewletê jî ew ê çanda xwe her tim bijîn. Welatiyan destnîşan kirin, ku çalakiyên bi vî rengî yekîtî û hevgirtina Kurdan xurtir dikin û gotin, "Ji ber ku dewlet bi vê dizane, naxwaze Kurd li hev bicivin. Lewma hewl dide cihên ku Kurd bi hezaran salan li gel hev dijîn, çand û zimanê xwe diparêze, qedexe bike. Çawa ku bi sedan salan em li ber vê zext û zilmê rabûn, ji niha û pê ve jî em ê li ber xwe bidin. Bi qedexekirina deşt û zozanan re hewl didin aboriya gel têk bibin û rê li ber koçberiyê vekin. Em gelê Kurd, em ê nekevin vê xefikê. Em ê ne herêma xwe biterikînin, ne jî dest ji karên xwe yên çandî û aborî berdin. Gelê me di vê şahiyê de yekîtî û hevgirtina xwe nîşanî dost û dijminan da."