Êzîdiyên Efrînê cejna Pêxûnê pîroz kirin

Êzidiyên Efrînê ku ji ber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ji cih û warê xwe derkevin, li kampa Serdemê ya herêma Şehbayê cejna Pêxûnê pîroz kirin.

14'ê Sibatê ji bo civaka Êzidî cejna Pêxûnê ye ku her sal tê pîrozkirin. Êzidiyên Efrînê ku ji ber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ji cih û warê xwe derkevin, li kampa Serdemê ya herêma Şehbayê cejna Pêxûnê pîroz kirin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre Hevserokê Yekîtiya Êzidiyan Mistifa Elî Şan, bi navê Tevgera Civaka Demokratîk Gulê Cefer û endamê têkiliyên derve yên herêma Efrînê Silêmen Cefer axivîn. Qisekeran cejna Pêxûnê pîroz kirin û xwestin, cejn bibe wesîleya aştiyê.

Her wiha ji aliyê zarok û mamosteyên Êzidî  lavayên Olî hatin xwendin.