Çîroka Çayxaneya Şebê

Çayxaneya Şeb. Ango çayxaneya gel. Ev çayxaneya li Silêmanî bi nav û deng e û gelek wêjekar, hûnermend û siyasetmedar rêya xwe bi vir dixin. Çayxaneya ku nifşê sêyem dide xebitandin weke mirêkekê li dîrokê ye.

Ber Derge Serayê li naverasta Silêmaniyê ye. Ber Derge tê maneya ber maneya ber derî û Sera jî tê maneya cihê ku parastina kelehê lê tê kirin. Tê gotin hê ji mêj ve ev der deriyê têketina Silêmanî bûye. Niha jî bûye navenda bajêr a Silêmaniyê. Tam li naverasta Bazara Gel a Silêmanî ye.

Şêniyên Silêmanî wiha behsa çîroka Ber Derge Serayê dikin: Ingilîz 1920’î têne Iraqê. Bi artêşa Iraqê re hewl didin ku Silêmaniyê dagir bikin. Gelê Silêmanî li devera ku jê re sera dibêjin li gorî şertê wê demê dîwarekî lêdikin. Qulikên biçûk li dîwêr dihêlin da ku ji pişt dîwêr ve bikaribin parastinê bikin. Wiha dîwarê parastinê lêdikin.

1920’an Şêx Mehmûd Berzencî serî radike. Balafirên şer ên Ingilîz bi rojan hêzên Berzencî bombe dikin û serhildanê serkut dikin. Wê wê demê dest bi dîwarê parastinê yê Serayê dikin.

Li pişt dîwarê parastinê ji zû ve ye posterekî mezin ê Berzencî hatiye çêkirin. Ev poster nîşan dide bê ka Sera  li dijî kê hatiye kirin. Li rex posterê Berzencî peykerê yek ji şaîrê mezin ê Başûrê Kurdistanê Pîremerd heye. Pîremerd (1867-1950) ji nifşên pey xwe re gencîneyeke helbestan hiştiye.

CIHÊ KU HUNERMEND, SIYASETMEDAR PIR RÊYA XWE PÊ DIXIN

Çîroka Çayxane Şebê wiha dest pê dike; 1930’î li Ber Derge Sera xaniyekî bi dîwarê kêvir, bi banê axî xaniyekî du qatî, ji hêla Mîrza Hiseyn ve otêlek tê çêkirin. Li quncika wê jî çayxaneyek tê vekirin. Ê ku çayxaneya vekirî Westa Şerîf ê ji Silêmanî ye, ku 1910’an ji dayik bûye, 1950’î jî çayxaneyê mezin dike û navê wê dike Çayxaneya Şeb (Çayxaneya Gel)

Westa Şerîf wê demê hemû rojnameyan tîne çayxaneyê, ên ku dihatin çayxaneyê jî rojnameyan dixwînin, li ser wêje, helbest û hunerê nîqaşan dikin. Westa Şerîf piştî ku 1981’ê dimire çayxane ji kurê wî re mîrate dimîne.

MÎRATEYA BAVA WAN JI PÊNC KÛRAN RE DIMÎNE

Dema ku Westa Şerîf çayxaneyê dike Çayxaneya Şebê kurê mezin Bekîr hê 3 salî ye, dema ku dibe 5 salî li cem bavê xwe dixebite. Piştre kurê duyemîn Omer (niha 65) salî çêdibe. Omer jî li ber destê bavê xwe dixbite. Piştî Omer (niha 52 salî ye) Hîva çêdibe. Piştî Hîva (niha 48 salî ye) birayê wan Celal jî ku mezin dibe li cem wan dixebite. Cemal (niha 40 salî ye) hê 4 salî, ango hê ku dema xebata wî nehatî bavê wan dimire.

Ev 5 kurik niha Çayxaneya Şeb a ku ji bavê wan maye dixebitînin. Bira piştî ku bavê wan dimire domîno, tewla û santrancê tînin. 

LI DÎWÊR WÊNEYÊN DÎROKÎ

Li ser dîwarê Çayxaneyê wêneyên siyasetmedar, dîrokzan, nivîskar û hunermendên Kurd ên navdar hene. Ne tenê ev, ên lîderî ji Kurdan re kirine, wêneyên pêşmerge û gerîla jî hene. Çar dîwarên Çayxaneya Şebê bi wêneyên têkoşînê Kurdistanê hene. Ev wêne her wiha beşek ji dîroka Kurdan dide mêvanê xwe.

Li çayxaneyê beşê ku zêde bala min kişandî beşa lîderan bû. Di vî vî beşêî de wêneyên Ibrahîm Ehmed, Mam Celal, Mele Mistefa, Idrîs Barzanî, Newşîrvan Mistefa, Dr. Qasimlo, Rêberê Gelo Kurd Abhullah Ocaaln hene.. Ji her lîderekî gotineke wan di bin wêneyê wan de hatiye danîn. Gotina ku zêde bala mirov dikişîne jî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku dibêje, "Kurdbûn êşeke mezin e. Reva ji vê êşê îxanet e."

Çi kesê ku gava xwe davêje çayxaneyê çav li vê jêgirtina balkêş dikeve.

MIŞTERIYÊN WÊ YÊN 40 SALÎ HENE

Kurdo Karwan ê 70 salî yek ji mişteriyê 40 salî yê çayxaneyê ye. Karwan helbestkarekî ji Silêmanî ye û xwedî 4 dîwanan e. Quncikekî Karwan li çayxaneyê heye, dema ku diçe quncika xwe û dema ku ew nebe jî kes li cihî wî rûnane. Dema ku hin kes nizabin û li cihî rûnin bi kubarî ji wan re mesele tê gotin. Karwan yek ji hevalê nêzîk ê Şêrko Bêkes e.

Ez ji Kurdo Karwan pirs dikim bê ka kî di vir re derbas bûye û çûye. Dibêje, "Şêrko Bêkes heta mirî jî ji  vir derneketiye. 50 salan çû û hat’ û hembêz dike û dibêje, ‘’Mamoste Goran, Pîremerg, bavê Şêrko Taha Bêkes, Ibrahîm Ehmed, Mihemmed Salih Dîlan, Kamûran Mukrî, Abdullah Cewher, Hisên Arif, Eyn Haba, Dilşa Mêrîwanî, Şerzat Hesen, Raûf Begir û gelekan ev der ji xwe re kirin lîs. Her wiha Prof. Dr. Îzeddît Mistefe Resûl, Prof. Dr. Marûf Xeznedar û Remzî Mela Merûf jî ev der ji xwe re kiribûn lîs. Hunermend Hesen Zîrek, Mihemed Ceza, Kerîm Kaba jî dihatin."

LI SER WÊJE Û HUNERÊ NÎQAŞ DIBÛN

Kurdo Karwn dibêje heta salên 90’î li Çayxaneyê bi tevlêbûna ostayê mezin nîqaşên li ser wêje û hunerê dibûn. Karwan dibêje li Çayxaneyê bi rojan li ser bizavê wêjeyê nîqaş dikirin û got: "Dema ku ostayên me Mamoste Goran, Pîremerd, Tah Bêkes ev nîqaş dikriin me hê nû dest bi şaîrtiyê dikir. Ji bo vê me li nîqaşa wan guhdar dikir. Piştî wan demekê me jî nîqaş kir. Em hê jî dikin. Lê ne weke berê. Dem û dewran guherî. Êdî nîqaşa li ser edebiyat û hunerê weke berê nayê kirin. Êdî meyla li ser edebiyat, huner û şiîrê ne weke berê ye. Em hê jî li pey ostayên xwe diçin. Êdî rê li ber me ve jî vebûye.."

TURÎST JÎ GELEK CARAN RÊYA XWE PÊ DIXIN

Turîst jî pir rêya xwe bi çayxaneyê dixin. Li Silêmanî û derdorê pir tê naskirin.Ji bo vê heke rêya we bi Silêmanî bikeve hûn ji kê bipirsin wê cih şanî we bidin.

Her wiha Mam Celal û Newşîrvan Mistefa jî gelek caran hatin çayxneyê. Wêneyên wan ên deme ziyaret kirin jî bi dîwêr ve hene.