Çemê Dîcleyê tê herimandin

Çemê Dîcleyê ku ji Amedê dest pê dike, ji Cizîrê derbas dibe û digihêje Kendava Basrayê, li gelek deveran ji ber ava kanalîzasyonê diherime.

Çemê Dîcleyê roj bi roj hinekî din diherime. Bi taybetî havînê ji ber bêhna genî û sergoyê li qiraxa çem tê rijandin, dike ku çem biherime. Li dijî vê qirêjiyê jî ti tedbîr nayê girtin.

Ne tenê av û gemara kanalîzasyonê, kanên xîzê yên li ser çem jî zerarê didin. Li Çemê Dîcleyê berê gelek celebên masiyan hebûn, lê niha ew nînin. Gel ji ber gemarîkirina Çemê Dîcleyê aciz e û dixwaze sergoyê li qiraxa çem bê rakirin.

BERSIV JI DAXWAZNAMEYAN RE NAYÊ DAYIN

Welatiyê bi navê Abdulhamît Çanci yê ji Cizîrê diyar kir, qirêjî salên dawî zêde bû û anî ziman, ne şaredarî ne jî Midûriyeta Bajêr a Hawirdorê di vê mijarê de karekî dikin. Çanci got, "Qiraxa Çemê Dîcleyê yek ji qadên civakî yên mirovan e. Mirov ji bo pîknîkê, ji bo ger û geştê tên vê derê. Ava kanalîzasyonan xwezayê diherimîne. Pêwîste rayedar li dîroka Çemê Dîcleyê bifikire û tavilê bi vê mijarê re eleqedar bin. Me gelek caran daxwazname ji rayedaran re nivîsîn, lê ne xema kesî ye. Bila parzûngeheke ji bo paqijkirina ava gemarî vekin. Her kes ji vê bêhnê aciz e. Em ji rêveberiya nû ya şaredariyê dixwazin ku çareseriyekê ji ava gemarî re bibîne."