190 kedkarên rê yên li Silopiyayê ji kar hatin derxistin

190 karkerên rê yên taşeron ên li Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejahî dixebitîn, belasebep ji kar hatin derxistin. Bi vî rengî rêya xerabûyî ya bi kîlometreyan a li navçeyê nîvco ma.

190 karkerên rê yên li PEK-ER Înşaatê dixebitîn a ser bi Midûriyeta Herêma 9. a Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejahî ya Silopiyayê, ji kar hatin derxistin. Şîrketa ku ji Çileya 2018'an û vir ve ji dewletê benda dayina muçeyan e, ji ber ku muçe jê re nehate dayin, neçar ma karkeran ji kar derxîne. Piştî ku 190 karker ji kar hatin derxistin, rêya bi kîlometreyan dirêj bi rengekî xerabûyî nîvco ma.

Yek ji karkerên ji kar hate derxistin ku nexwest navê xwe eşkere bike, L.C. diyar kir ku bi mehan muçe ji wan re nedihat dayin û dema li bendê bûn ku vê carê bê dayin, ji kar hatine derxistin.

L.C. anî ziman ku rawestandina kar ne tenê ew mexdûr kirine û got, "Ya ku li Silopiyayê herî zêde esnafan mexdûr dike, rêya ji 1200 metreyî ye. Ev der yek ji cihên herî qelebalix e. Tiştekî ku niha ji destê me bê nîne. Rê hatiye xerakirin. Karê esnafên li ser vê rêyê, bi rêjeya 60 ji sedî kêm bûye. Hem wesayit nikarin li cihekî nêz park bikin, hem jî gel neçar e li cihekî din pêdiviyên xwe tedarik bike."

L.C. da xuyakirin ku rewşa hemû şîrketên ji Midûriyeta Herêma 9. a Rêyên Bejahî re dixebitin bi vî rengî ye û nerazîbûn nîşanî nedayina budçeyê da:

"Ji Wezareta Diyanetê re budçeyeke zêde tê veqetandin, lê ji bo rêyên bejahî dibêjin ku pere nîne. Ev yek rewşeke nakok e. Mizgeftên li gelek cihan ji aliyê gel ve bi pereyê ku di nava xwe de kom kirine hatine çêkirin. Ji bo wezareteke ku tiştekî naafirîne, budçeyeke zêde tê veqetandin."