Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a li Stenbolê di bernameyek ku tevlî bû de axivî ji bo îstîfaya Wezîrên HDP’yî Alî Haydar Konca û Muslum Dogan got: "Cihgirtina di desteyê de ya her du hevalên me çawa berhema berpirsyartiyekê be, îro vekişîna wan a ji desteyê jî berhema berpirsyartiyeke siyasî ye.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li avahiya partiya xwe ya li Rêxistina BajÊr a Stenbolê bi nûnerên Yekîtiya Ciwanên Elewî ya Ewropayê re hat gel hev. Heyeta hate gel Fîgen Yuksekdag ji bo kesên ku ji komkujiya Pirsûsê ya 33 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, piştevaniya yên sax mane bike ketin rê. Di nav heyetê de Serokê Giştî yê Yekîtiya Ciwanên Elewî ya Ewropayê Umît Sari got ku wê alîkariya kesên birîndar bûne bikin, her wiha wê di destpêka sala 2016’an de jî li Kobanê ji bo kreşekê vekin wê dest bi kampanyayekê bikin.
Sari diyar kir ku wekî hilbijartina bihurî wê di hilbijartina 1’ê Mijdarê de jî bi HDP’ê re di nav tifaqê de bin û wiha berdewam kir: “1’ê Mijdarê ji bo gelên Tirkiyeyê wê bibe mîladek. Çawa 1’ê Mijdarê 1922’an saltanat xera bû, em bawer in wê di 1’ê Mijdarê 2015’an de jî saltanata AKP’ê têk biçe.”
Yuksekdag ji bo piştevaniya wan, spasiyên xwe pêşkêşî ciwanan kir û li ser mijara piştevaniya Elewiyan ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê rawestiya.
Yuksekdag, di serdanê de bersiv da pirsên xebatkarên çapemeniyê.
Li ser pirsa îstîfaya Wezîrên HDP’yî Alî Haydar Konca û Muslum Dogan Yuksekdag got: "Helwesteke siyasî ye ya li gor pêwîstiyên pêvajoyê.” Yuksekdag got ku, sedema wezîran a di desteyê de cihgirtin ev bû ku hilbijartinên wê di 1’ê Mijdarê, di atmosfereke demokratîk û aram de pêk bên. Yuksekdag diyar kir ku sedema wan a cihgirtina di hikûmeta hilbijartinê de ji aliyê dewletê ve hatiye dînamîtkirin.
Yuksekdag bi bîr xist ku du wezîrên di hikûmeta hilbijartinê de cih girtine, di pêvajoya rewşa awarte ya li ser Cizîrê de nehiştine bikevin nav sînorên Cizîrê jî. Yuksekdag wiha dewam kir: “HDP û hilbijêrên deng dane HDP’ê ku evqasî bi êrîşên mezin re rû bi rû ne, li Tirkiyeyê demokrasî û aştî ku evqasî di bin tehlûkeyeke mezin de ye nezîkatiyeke bi berpirsyar nîşan dane. Cihgirtina di desteyê de ya her du hevalên me çawa berhema berpirsyartiyekê be, îro vekişîna wan a ji desteyê jî berhema berpirsyartiyeke siyasî ye.”