Xizmên windayan piştgirî dan bêçalaktiyê, bang li dewletê kirin
Xizmên windayan li Amed, Îzmîr, Gever û Êlihê çalakiyên xwe hefteyî li dar xistin.
Xizmên windayan li Amed, Îzmîr, Gever û Êlihê çalakiyên xwe hefteyî li dar xistin.
Xizmên windayan li Amed, Îzmîr, Gever û Êlihê çalakiyên xwe hefteyî li dar xistin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî di çalakiya Amedê axivî û bal kişand ser biryara PKK'ê ya bêçalaktiyê û got ku divê dewlet bi erênî bersiva biryara PKK'ê bide. Bîlîcî xwest ku operasyonên siyasî û leşker demildest bi dawî bibin.
AMED
Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 349 a bi armanca aqubeta windayan bipirsin li Parka Koşuyolu li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Li gel rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan Dayikên Aştiyê jî tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku 349 hefte ne aqûbeta windayan dipirsin.
Bîlîcî anî ziman ku mertalên zindî ji bo ti kes neyê kuştin û nemire xwe dikin mertal tên girtin lê bombekar nayên kirin. Bîlîcî bal kişand ser biryara KCK'ê ya bêçalaktiyê û got ku divê dewlet bi erenî bersiva biryarê bide. Bîlîcî xwest ku demildest operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin.
'DEMA BAPÎRÊ MIN NIMÊJ DIKIR QETIL KIRIN'
Ji parêzerên ÎHD'ê Abdullah Zeytun jî çîroka Hakki Kuş ê sala 1993'an li gundê Fîsê yê Licê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin vegot. Zeytun nameya neviyê Kuş Mehmet Alî Kuş xwend û wiha got: "Piştî qetilkirina Bahtiyar Aydin leşkeran Licê şewitand. Piştî Licê êrîş gundan kirin. Dema leşker hatin gund bapîrê min nimêj dikir û di wê demê de qetil kirin. Bapîrê min li wir jiyana xwe ji dest da. Em ji rayedaran got lê tîmên bapîrê min qetil kirin gotin 'me li gund terorîstek kuşt' Dozger nehat cihê bûyerê. Piştî me cenazeyê bapîrê xwe bir nexweşxaneyê hat dît. "
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî li Kolana Gulîstanê bi heman armancê çalakî li dar xistin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagadir diyar kir ku 4 mehên dawî di encama êrîşên bombeyî de bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Bagadir xwest ku kiryarên wan bên darizandin.
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê xizmên windayan û ÎHD'ê li Kolanan Hunerê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û hatin windakirin hatin hilgirtin. Serokê Giştî yê Komeleya Wêjevanên Tirkiyeyê Gokhan Cengîzhan, rêveberên komeleyê, Parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de çîroka Fettah Yaşar ê 20'ê Cotmeha 1994'an li gundê Alekanan ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin hat vegotin.
'PANZER Û HELÎKOPTERAN GULEBARAN KIR'
Tayyîp Canan çîroka Yaşar a ji aliyê hevsar wî Canê Yaşar ve hat nivîsandin xwend. Canan diyar kir ku leşkeran li gundê Alekanan operasyon li dar xist û wiha got: "Di wê demê de Fettah û hevalê wî Şevket Kartl ji bo pez bikirin çûbûn wir. Leşkerên wê rojê çûn gund Fettah û Şevket binçavkirin û jê re gotin 'hûn alikariya PKK'ê dikin' Pişt re serbest berdan û ji berê xwe bidin pez çûn pişta gund. Leşkeran û helîkopterên ji Geverê rabûn Fettah û Sevket Kartal gulebaran kirin û qetil kirin."
Canan anî ziman ku piştî qetilkirinê cenaze bi panzerê ve girêdan û di erdê re rakêşandin û piştre guhên wan birîn. Canan da zanîn ku leşkeran cenaze anîn qada gund û gotin "Me 2 PKK'î kuştin"
'DIVÊ WELATÊ ME JI NAV ŞÎDETÊ DERKEVE'
Serokê Giştî yê Komeleya Wêjevanên Tirkiyeyê Gokhan Cengîzhan jî axaftinekî kin kir û got ew ji bo aştiyê bînin ziman hatin navçeyê û wiha got: "Lê em li vir rastî komkujiyekê nû hatin."
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî li Sumerbankê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û qetil kirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de aqûbeta Fehmî Tosun ê 19'ê Cotmeha 1995'an ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û hat windakirin hat vegotin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat