Xebata hilbijartinê ya AKP’ê ya îro: Hejmara binçavkirin 50 derbas kir
Operasyonên qirkirina siyasî îro li 6 navendên cuda berdewam kir. Ji gundan heya navenda bajaran di serdagirtina malan de heya niha li ser 50 kesan hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî îro li 6 navendên cuda berdewam kir. Ji gundan heya navenda bajaran di serdagirtina malan de heya niha li ser 50 kesan hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî îro li 6 navendên cuda berdewam kir. Ji gundan heya navenda bajaran di serdagirtina malan de heya niha li ser 50 kesan hatin binçavkirin.
Li navçeya Gimgim a Mûşê û gundan di serdagirtina malan de ku bi sedan leşker û polîsên tîmên taybet tevlî bûn, heya niha herî kêm 24 kes hatin binçavkirin. Hate zanîn ku di serdagirtina malan de derî û pencereyên malan hatine şikandin û her wiha heqaret li maliyan hatiye kirin.
Li navçeyê operasyon hê jî berdewam dikin û dibe ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe.
ALÎKARÊ HEVŞAREDARÊ QEREYAZÎ Û ENDAMÊ MECLÎSÊ HATE BINÇAVKIRIN
Li navçeya Qereyazî ya Erzeromê polîsên tîmên taybet bi ser malên Alîkarê Hevşaredar Tîmur Aydin û Endama Meclîsa Şaredariyê Ela Kamiş de girtin. Piştî lêgerîna malan Tîmur û Kamiş hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Sedema binçavkirina Tîmur û Kamiş nehate zanîn.
LI ERZÎNGANÊ SERDAGIRTINA GUNDAN: 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Yek ji bajarên ku operasyonên qirkirina siyasî çêbû jî Erzîngan e. Li gundên Konuksever, Ersîmlî, Derê Şoran, Mermerlî û Maksut Uşagi ya navçeya Kemahê leşkeran di saetên sibê de bi ser gelek malan de girtin. Li gor agahiyan, ji gundê Konuksever Huseyîn Talay, ji gundê Ersîmlî Dursun Gokduman û ji gundê Derê Şoran jî Îsmaîl Cono hatine binçav kirin. Hate zanîn kesên hatine binçavkirin birine Fermandariya Cenderme ya Kemahê.
LI SÊRTÊ 22 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Sêrtê jî di saetên sibê de bi ser gelek malan de hate girtin. Li navenda bajêr li taxên Conkbayir, Alan û Barişê di nav wan de zarok 22 kes hatin binçavkirin.
Zarokên bi navê M.Ç., Y.K., B.Y., û M.E. birin Midûriyeta Şaxa Zarokan. Nurettîn Elçî, Cîhan Çelîk, Ahmet Korhan, Evîn Yildirim, Alî Ozdemîr, Vedat Taşçi, Kadîr Belet, Cemal Çelepkulu, Salîha Altay, Ahmet Koçak, Erkan Sahat, Basrî Cengîz, Kubra Çelîk, Mervan Daşçi, Mehmet Ekîncî, Mehmet Zekî Kaçar û Mehmet Şakîr Dalkiliç jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê.
Hate zanîn ku xwendakarê Zanîngeha Haranê Zahîr Taşçî jî ji ber heman lêpirsînê anîne Sêrtê.
'POLÎS Bİ BALYOZAN DERIYÊ MALÊ ŞIKANDIN'
Bavê Nurettîn Elçî, Nezîr Elçî derbarê serdagirtina malê de axivî û diyar kir ku polîsan bi balyozan derî şikandine û wiha axivî: "Saet derdora 5'ê sibê bû. Li derî xistin. Ez li ber derî bûm ku vekim bi balyozan derî şikandin. Camên deriyê hate rûyê min. Berê çekên xwe dane me û em li erdê razandin."
LI ŞIRNEXÊ BI SER MALÊN VALA DE JÎ GIRTIN
Li Taxa Dîcle ya navçeya Silopiya ya Şirnexê î di saetên sibê de polîsên tîmên taybet bi ser gelek malan de girtin. Heya niha 3 kesên ku navên wan nehat zanîn hatin binçav kirin. Polîsan bi ser 2 malên vala de jî girtin û piştre ji malan veqetiyan.
LI WANÊ 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Wanê li Taxa Xaçortê polîsên tîmên taybet bi dehan wesayîtên zirxî taxê dorpêç kirin û bi ser malan de girtin. Di serdagirtina malan de welatiyên bi navê Habîp Abî û Riza Acar hatin binçavkirin. Hate zanîn ku Abî û Acar birine Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.