Serdoşî: Dixwazim ciwanên Kurd ji aliyê tipa xwezayî ve perwerde bikim
Dr. Faîk Serdoşî yê ku li Silêmaniyeyê nexweşan bi rêbazên xwezayî tedawî dike, rastî eleqeyeke zêde ya nexweşên bi nexweşiyên hundirîn tê.
Dr. Faîk Serdoşî yê ku li Silêmaniyeyê nexweşan bi rêbazên xwezayî tedawî dike, rastî eleqeyeke zêde ya nexweşên bi nexweşiyên hundirîn tê.
Dr. Faîk Serdoşî yê ku li Silêmaniyeyê nexweşan bi rêbazên xwezayî tedawî dike, rastî eleqeyeke zêde ya nexweşên bi nexweşiyên hundirîn tê.
Dr. Faîk Serdoşî ku ev 20 sal in bi rêbazên xwezayî nexweşan tedawî dike got, "Ji gelek nexweşiyên weke ragirtin, şekir, sînuzît, nexweşiyên gurçikê û prostat, bi giha derman çêdikim. Ji ber vê yekê, ji her devera Kurdistanê nexweş tên cem min."
Serdoşî ku di zarokatiya xwe de ji ber bala xwe ya li rêbazên tedawiyê yên dayika xwe giha nas kir, anî ziman ku wî perwerdeya xwe ya destpêkê ji diya xwe dîtiye, dûre di vê beşê de sertîfîka wergirtiye û di asta doktoriya pispor de ev kar meşandiye.
Serdoşî ji me re vedibêje, ku bi çi rengî vî pîşeyê ji diya xwe hîn bûye bi pêş ve biriye: "Heta ku ji min hat, min rêbazên tedawiyê yên hekîman lêkolîn kir. Bi hînbûnê re bêhtir bala min çû ser zanistiya tipê. Hemû pirtûkên bi destê min ket, min hemû xwend. Bi vî rengî ji aliyê akademîk ve min xwe bi pêş ve bir. Niha ji bo gelek nexweşiyên hundirîn -lê divê nexweş emeliyata hundirîn nebûbe- dermanan çêdikim. Li vê derê min ji saziya bi tipa xwezayî re eleqedar e, sertîfîka stend."
Doktor Faîk Serdoşî anî ziman ku gelek nexweşên ji bajarên Hewlêr, Silêmaniye û Amedê yên çûne gelek doktoran lê belê baş nebûne, hatine cem wî û bi dermanên wî daye wan rehet bûne. Serdoşî got, "Di nava civakê de gelek mirov, bêyî ku başî û zerara giha zanibin, wan bi kar tînin. Ji bo zerarê nebînin, divê mirov hay ji xwe hebin. Carna hin gihayê ku dibêjin baş e, dema tevlîhev neyê kirin an jî asta bikaranînê ne rast be, zerarê dide."
Dr. Serdoşî ragihand ku ji bo feydê bide mirovan ew vî karî dike û heta niha gelek şagirt perwerde kiriye. Dr. Serdoşî destnîşan kir ku ew dixwaze ciwanekî Kurmanc, Soran û Hewreman ê dixwaze ji bo gelê xwe kêrhatî be, perwerde bike.
Nexweşa gûatr, şekir û tansiyonê Helîme Kara diyar kir ku wê li Amed, Wan û Hewlêrê tedawî dîtiye lê rehet nebûye. Kara anî ziman ku dermanên Dr. Faîk dane wê gelekî bi kêr hatine û got, "Çûm gelek doktoran lê baş nebûm. Dûre hatim cem Dr. Faîk. Asta şekir kêm bû, tansiyona min jî kêm bû. Pirsgirêka gûatr bi giranî ji holê rabû. Ez niha xwe baş hîs dikim. Gelekî ji doktor razî me."