Serdanên ji bo tirba Mem û Zîn

Mirovên ku li Cizîrê diçin serdana tirba Mem û Zîn, piştî ku çîroka wan dixwînin dua dikin.

Yek ji destanên neteweyî yên gelê Kurd, destana Mem û Zîn e. Çîroka eşqa Mem û Zîn ku di navbera salên 1450-51'ê de li Cizîrê deng veda, ji aliyê Ehmedê Xanî yê Colemêrgî ve 240 sal piştî mirina wan bi rengekî helbestî hate nivîsandin. Rastî, başî, bêgunehî, qelsî û bêçaretî di şexsê Mem û Zîn de, nebaşî, durûtî, fitne û fesadî jî di karakterê Beko de vegot.

Li ser vê eşqa mezin ku beriya niha bi 558 salan li taxa Sûrê ya Cizîra Botan rû da, gelek stran hatin gotin, fîlm li ser hate çêkirin û çîrok hatin gotin. Tirba Mem û Zîn a li vê derê ji bo mirovan bûye ziyaretgehek.

Sedanên ji bo tirbê bi sedan salan dewam dikin. Hinek dibêjin, 'Dibe ku ji bo xatirê her du evîndaran duaya min bê qebûlkirin" û tên serdanê. Tirba li Cizîrê, sala 2016'an ji ber qedexeya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate ragihandin û êrîşên hatin kirin, gelekî zerar dît. Şêniyên herêmê alîkarî dan hev û ziyaretgeh ji nû ve vekirin. Ji Colemêrgê heta gelek bajarên rojavayî yên Tirkiyeyê gelek mirov tên serdana tirbê.

Mahmût Kanmaz ku 12 sal in bê berdêl li ber tirbê nobedar e, ji serdanan gelekî kêfxweş e. Kanmaz diyar kir ku ji ber xwedîderketina gelê Kurd a li Mem û Zîn, ziyaretgeh hîn heye û got, "Rojê herî kêm 50 kes tên serdanê. Mirovên ji vê herêmê roja Pêncşemê tên, dua dikin û diçin. Hejmara mirovên ji bajarên din tên gelekî zêde ye. Me ev der ji bo kesî nekir cihê rantê. Em dixwazin gel bi hêsanî û bê berdêl bê vê derê."

Nefîse Çoban ku ji Colemêrgê hatiye serdana keça xwe ya li Cizîrê got, "Zarok ji keça min re çênabe. Min ji bo wê dua kir. Înşalleh wê bê qebûlkirin. Van mirovan li vê dinyayê timî êş kişandin. Dibe ku Xwedê ji bo xatirê wan dengê me bibihîze."