Polîtîkaya şer a AKP’ê li Parîsê hat şermezarkirin
Bi banga Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa CDK-F Kurdistaniyan li Parîsê ji bo protestokirina komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê pêk tîne çalakiyek li dar xistin.
Bi banga Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa CDK-F Kurdistaniyan li Parîsê ji bo protestokirina komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê pêk tîne çalakiyek li dar xistin.
Bi banga Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa CDK-F Kurdistaniyan li Parîsê ji bo protestokirina komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê pêk tîne çalakiyek li dar xistin. Kurdistaniyên ku komkujî, bomberdûman û polîtîkayên şer ên AKP’ê şermezar kirin peyama, “Bijî berxwedana Kurdistan, TC ji Kurdistanê bicehime” ji Parîsê dan Erdogan ê hat Strasbourgê.
Girseya ku bi banga CDK-F’ê saet 16.00’an li Gare de l'Est kom bû ji vir ber bi Cadeya Foubourg Saînt Denîs ve dest bi meşê kir. Girseya ku bi pankarta, Li Kurdistanê sivîl tên qetilkirin, bêdeng nemînin” meşiya dowîzên ku li ser dîmenên komkujiyên li Kurdistanê hene hilgirt.
Girse bi dirûşmên, "Em hemû PKK'yî ne", "Qatil Tirkiye", "Kurdistan li ber xwe dide", "Lice, Silopiya, Cizîrê, Nisêbîn... li ber xwe dide" sheta Cadeya Foûboûrg Sanît Denîs meşiya, şerê qirêj ê AKP û Erdogan dimeşîne teşhîr kir.
Di rê de belavok hate xwendin û bal kişand ser komkujiyên sivîl ên li Kurdistanê heman demê de xwînmijiya Erdogan û AKP’ê jî aşkera kir.
Girseya hat pêşiya Strasbourg Saînt Denîs Kemer û ji bo kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane, rêz hate girtin. Piştre Hevserokê KCD-E’yê Mûrat Ceylan, ser navê Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat û ji Pîrên Federasyona Elewiyên Demokratîk Riza Yagmûr axaftin kirin.
Ceylan, tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku AKP û Erdogan bi kûrkirina vê tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şantajê dimeşîne. Ceylan bi bîr xist ku divê li hember van komkujiyan divê Kurdistaniyên Ewropayê bi çalakiyên demokratîk her tim li qadan bin û piştre mafê axaftinê Zozan Serhat wergirt.
Serhat der barê encamên siyaseta xwînê ya Erdogan û AKP’ê gel agahdar kir û got ku li hember vê zîhniyeta komkujiyê ya bi xwîn pêk tîne, gelê Kurd jî her roj berxwedana xwe bilindtir dike.
Pîr Riza Yagmur jî siyaseta Erdogan şiband pêvajoya Mûaviye û şiyar kir ku komkujî nayên qebûlkirin.
Di axaftinan de bal kişandin ku li hember bûyeran divê gelê li Ewropayê bêhtir hişyar û di nav çalakiyan de bin. Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.