Kurd û dostên wan ên li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê dijîn, li hember polîtîkayên şer û provokasyonên li Ewropa yên AKP’ê li Ausesplatz mîtîngek hat lidarxistin.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku piştî AKP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de têk çû, biryara şer daye. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku şer ji bo ‘xizmeta ji dîktatoriya AKP’ê re” tê meşandin û bang hat kirin ku ji bo aştî û çareseriyê di nav refên HDP’ê de bibin yek.
'DIXWAZE BIBE PADÎŞAH!'
Partiya Çep a Elmanyayê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ‘padîşahtî’ ye, ji ber Kurdan ev daxwaza wî asteng kirine jî li hember wan dest bi şer kiriye. Partiya Çep destnîşan kir ku pêwîst e gelên Tirkiyeyî ji van planên şer ên Erdogan re nebin navgîn.
Mala Gel a Medya, Partîzan, DÎDF, SDAJ, Partiya Çep a Elman, ATÎK, ATÎF, MLPD û gelek komele û rêxistinên civaka sivîl tevlî mîtîngê bûn.
Di mîtîngê de dirûşmên, “Bijî piştevaniya navneteweyî”, “Bimire dîktatortiya AKP’ê”, “Bimire Erdogan”, “Li hember faşîzmê mil bi mil”, “Bijî Rojava” hatin gotin.